Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

Şervanên HSD’ê herêmê ji çeteyên DAIŞˈê diparêzin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê diyar kir ku piştî êrîşan liv û tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zêde bûne û anî ziman ku hêzên wan dikarin herêmê ji xetereya tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞˈê biparêzin.

Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞˈê li kantona Dêrazorê zêde bûn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek caran hişyarî dan ku çeteyên DAIŞˈê sûdê ji rewşa heyî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê werdigirin û êrîşan pêk tînin. Frmandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Ebdulkerîm El Fendî derbarê liv û tevgera DAIŞ’ê de axivî.

Ferman dar Ebdulkerîm El Fendî diyar kir ku çeteyên DAIŞˈê bi ketina rejîma Baasê re sûdê ji valahiya li herêmên di bin kontrola Şamê de bûn wergirtiye û bi awayekî berbiçav ketine nava tevgerê. Ebdulkerîm El Fendî destnîşan kir ku hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî tedbîrên parastinê zêde kirin, çavdêrî bi hêz kirine û tevgerên şaneyên DAIŞˈê dikin armanc. El Fendî da zanîn ku piştî vekişîna hêzên hikumeta Şamê ji herêmên Dêrazorê tevgera çeteyên DAIŞˈê zêdetir bû.

Ebdulkerîm El Fendî bal kişand ser hemahengiya bilind a li gel Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê û diyar kir ku ji mîsogerkirina ewlehiya herêmê têkiliyên xurt bi Koalîsyona Navneteweyî re hene, ev têkilî erka koalîsyonê ya şerê li dijî DAIŞˈê û rêgirtina li ber tevgerên şaneyên wê nîşan dide. El Fendî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo mîsogerkirina ewlehiya şêniyên herêmê di siberojê de planekê çêdikin û got HSD di dan û standinên li hemberî guhertin û bûyerên awarte de xwedî dîrokeke kevin û kapasîteyeke bilind e. El Fendî da zanîn ku HSDˈê hêzêke aştîxwaz, ne şerxwaz e û amade ye ji bo parastina herêmê berdêlên mezin bide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar