Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Şervanên HSD’ê hewldana çeteyên DAIŞ’ê vala derxist

Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Baxozê ji bo şikandina dorpêça li ser xwe êrîşî noqteyên şervanên HSD’ê kir. Piştî şerekî dijwar, êrîşa çeteyan hate şikandin û çete ketin dorpêçê

Operasyona şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê de ji bo rizgarkirina gundê Baxoz ê Hecîn a Dêrazorê hatiye destpêkirin, didome. Şervanên HSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku di qadekî pir biçûk de asê mane, çalakiyên bi bandor pêk tînin. Gelek çeteyên ku derbên giran dixwin, tevî malbatên xwe teslîm bûn.

Hejmareke çeteyan ên ku nexwestin teslîm bibin jî hewl didin li ber xwe bidin. Lê her carê rastî bersivên tund ên şervanan tên û dişikên. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku di qadekî biçûk de asê mane, ji bo şikandina dorpêça şervanên HSD’ê di danê sibehê de êrîşî noqteyên şervanan kir. Bi êrîşê re jî di navbera şervanên HSD’ê û çeteyan de şerekî dijwar rû da.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, piştî şerekî dijwar êrîşa çeteyan hate şikandin û çete ketin dorpêçeke tengtir. Şer û pevçûnên di navbera şervanên HSD’ê û çeteyan de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar