Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Şervanên HSD’ê li Serêkaniyê derbên mirinê li dagirkeran didin

Şervanên HSD’ê li gundên Serêkaniyê derbên mirinê li çeteyan didin. Hat zanîn ku di şerê îro yê ji serê sibehê heta danê nîvro de herî kêm 30 çete hatin kuştin. Her wiha ji şevê din ve zêdetirî 11 wesayîtên dagirkeran jî hatin rûxandin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşî gundê Bab Xêr ê Serêkaniyê kir. Li hemberî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund dan hêzên dagirker.

Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama pevçûnan de panzêreke din a artêşa tirk a dagirker hate teqandin. Bi vê yekê re, ji şevê din ve 11 wesayîtên hêzên dagirker ku ji wan 2 jê wesayîtên doçkabarkirî ne hatin teqandin. Di heman demê de 5 wesayîtên hêzên dagirker jî ketin destê şervanan.

Li heman gundî di encama şerê ji serê sibehê heta nîvro de herî kêm 30 çete hatin kuştin û gelek çeteyên din jî birîndar bûn. Çavkaniyên ji herêmê destnîşan kirin ku li gundê Til Diyabê jî 8 cenazeyên çeteyan li qada şer mane. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar