Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Nisan 2025

Şervanên YPG û YPJ’ê: Em ê Newroza îsal bi Rêber Apo re pîroz bikin

Şervanên YPG û YPJ'ê diyar kirin ku ew ê bi kelecana 8’ê Adarê Newrozê jî pêşwazî bikin û wiha gotin: “Em ê Newroza îsal bi Rêber Apo re pîroz bikin û wê ev Newroz bibe Newroza tevahî gelên bindest’’

Şervanên YPG, YPJ û HSD’ê bi berxwedaneke bêhempa Rojavayê Kurdistanê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO’yê diparêzin. Şervanên li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê li ber xwe didin derbarê Newrozê de nerînên xwe anîn ziman.

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Helbest Kobanê Newroza sala 2025’an li Serokatî û hevalên şehîd pîroz kir û da zanîn ku wê ev sal bibe sala azadiya fêzîkiya ya Rêber Apo û hemû gelan û wiha domand: “Newroza îsal wê bibe Newroza berxwedaniyê û bi awayekî coş were pîrozkirin. Hevalên me yên ku niha di çeperên şer de li pira Qereqozax û Seda tişrînê berxwe didin pîroz dikin. diyar kir ku wê Newroza îsal bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em di wê baweriyê de ne ku em ê Newroza îsal bi Rêber Apo re pîroz bikin û wê ev Newroz bibe Newroza tevahî gelên bindest’’

Şervana YPJ’ê Sîmav Dêrik Newroz li tevahî gelan û Rêber Apo pîroz kir û got: “Em jî weke şervanên YPJ’ê ku di berxwedaniyê de cihê xwe digrin hem nameya ku Rêber Apo ya ku di 8’ê Adarê de ji bo tevahî jinan rêkir me bi kelecaneke mezin pêşwazî kir. Em wekî jin hêza ku me ji nameya Rêbetî gitiye kelecan wê û perspektîfên nû yên ku Rêbertî daye me jinan çawa ku me 8’ê Adarê bi heybet pîroz kir em ê bi kelecana 8’ê Adarê Newrozê jî pêşwazî bikin. Çawa ku Kawayê Hesinkar beriya vê bi hezaran salan agirê serkeftinê bilind û geştir kir em jî weke YPJ, YPG û HSD’ê bi wê ruhê azadiya fêzîkiya ya Rêber Apo û hemû gelên bindest misoger bikin.’’

Şervanê YPG’ê karker Reqqa ya ku ji netewa Erebe ye jî Newroz li hemû şehîdên şoreşê û Rêbert Apo pîroz kir û wiha got: “Dîroka ku ji kawayê hesinkar despêkir û bi ruhê Mezlûman bilindtir bû ji wê demê û heya roja me ya îro Newroz bi şîara berxwedan jiyane tê pîrozkirin. Ev gotina ku Şehîd Mezlûm dibêje berxwedan jiyane emê jî bi wê berxwedaniyê tekoşîna xwe bilintir bikin. Bi taybet piştî ku nameya Rêber Apo ji mere hat weke HSD’ê û YPJ’ê çawa van rojan pêşwazî bikin di heman demê de 8’ ê Adar û Newroz rojên berxwedan û tekoşînê ye.’ Rêber Apo bi felsefeya Netewa Demokratîk ya ku hemû gelan di tine gel hev û di dawiyê de em gelê Kurd Ereb û hemû gelên din vê rojê pîroz dikin û wê ev roj bibe roja serkeftinê.’’

Şevanê YPG’ê Nîdal Egîd ya ku diyar kir ku ev Newroza hêviyê ye gelên bindeste hem jî ji bo hemû hevalên ku cihê xwe di berxwedaniyê de digrin wê ev sal bibe azadiya fêzîkiya ya Rêber Apo. Hêza ku me ji Rêbetî girtiye wê bibe hêviya herî mezin ya ku em ê li ser bijîn wê ev Newroz bibe azadiya fîzîkiya ya Rêber Apo û hemû gelên bindest.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar