Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Pazar - 9 Mart 2025

Şevanên HSD’ê li Dêr Hafirê gelek çete kuştin

HSD’ê daxuyand ku balafirên dewleta Tirk a dagirker cihên karkeran ên girêdayî bendava Tişrînê bombebaran kirin û ragihand ku şervanan bersiva êrîşa çeteyan a li ser Dêr Hafirê dan û hin çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û berxwedana şervanan aşkere kir. Daxuyaniya HSD’ê bi vî rengî ye: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha sêyemîn de dewam dikin. Ji ber berxwedana lehengane ya şervanên me dagirker û çete nikarin pêşde werin.

Duh (Şemiyê) balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li başûrê rojhilatê Minbicê cihên karkeran ên girêdayê Bendava Tirînê bombebaran kirin. Bi obîsên giran û guleyên hawanan jî gundewarê bendavê topbaran kirin. Di encama van êrişan de zerarên madî çêbûn.

Li eniya Dêr Hafirê jî şer di navbera şervanên me û çeteyan de qewimîn. Di encamê de hin çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat tesbîtkirin.

Gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê yên derdora Pira Qereqozaqê bi zêdetirî 30 guleyên obîs, tank, roket û hawnan bê serûber hatin topbarankirin. Di encamê de zararên madî gihiştin mal û milkên şêniyan.

Di tevahiya rojê de balafirên şer û yên bêmirov li ser Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên wan geriyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar