Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Şewat herêmê wêran dike

Li Herêma Federal a Kurdistanê û bi taybet herêma Germiyan ji ber şewatê gelek dexlûdan şewitî. Li gorî pisporên jîngehê ji derveyî ziyana madî, şewat bandoriya xwe li ser jîngeh, xak û hilberînê dike û herêm weran dibe

Weke herêmên din ên başûrê Kurdistanê, li herêma Germiyan jî gelek şewat derket û ji ber gelek ceh û genimê cotyaran şewitî. Li gorî pisporan wê ji niha û şûnde jî şewat bandoriya xwe li ser xak, jîngeh, lawir û hilberînê bike.

Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiya Germiyan parve kirine, îsal li Germiyanê 3 hezar û 500 heta 4 hezar donim zeviyên çandiyê şewitîne û nêzî 2 hezar donim poş û pawan jî şewitîne.

Rêveberê Saziyê Jîngeha Germiyan Durîn Selîm têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Ziyanek mezin a vê şewatê bi awayek rasterast û ne rasterast li er jîngehê heye. Ziyana rasterast belavbûna gaza wê ya bi ziyan ên weke gaza karbondîoksît û gazên dinin. Dema şewatê de rêjeyek zêde ya van gazan belav bûye. Ji bo germiya zêde sedem in. Dibin sedema telefbûna lawirên kovî û jîngehên wan.”

Rêveberê Saziyê Jîngeha Germiyan Durîn Selîm têkildarî ziyana nerasterast de jî wiha got: “Hemû cureyên candaran pêwîstî bi xwarinê heye. Bi şewata poş û pawan ew xwarina pêwîst namîne. Neçar dibin ji bo xwarinê koçî herêmek din bibin. Ev jî bandorî li ser dengeya jiyan candaran dike.”

Her wiha Rêvebera Giştî ya Rêveberiya Çandiniyê ya Germiyan Şadiye Hisên têkildarî bandoriya şewatê wiha axivî; “Bi awayek giştî bûyerên şewatê ji salên borî zêdetir e û wê bandoriyê li xelkê bike. Xeteriya nemana şînahiyê çêdike. Her wiha dibe sedam çend corên nexweşiyan. Her wiha li ser kêmbûna berheman bandor dike.” HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar