Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Şêwekar dîwarên bajarê xwe bi hunerê dinexşînin

Komek ciwanên Derbendîxanê bi çêkirina tabloyên rengareng dîwarên deriyê ketina navçeyê dixeminînin. Ji derveyî dîmenek xweşik peyamên fikrî û mirovî didin

5 ciwanên navçeya Derbendîxan a ser bi Silêmaniyê, bi tabloyên xwe dîwarê li ber tunela navçeyê ku dikeve destpêka navçeyê dixemilînin.

Koma ciwanan dixwazin di nava 3 hefteyan de 15 tabloyan li ser dîwar çêbikin û bi dildarî vî karî dikin.

Yek ji wan ciwanan beşa hunerê nexwendine lê xwedî hunera çêkirina tabloyan in û bi xwe asoya xwe ya hunerê pêş xistine.

Di tabloyên wan de peyamên fikrî û mirovî hene.

Yek ji wan ciwanan Mihemed Talib têkildarî hilbijartina vî dîwarî wiha axivî: “Cih, cihê ku geştiyar têre derbas dibine ku ji Kelarê ber bi Silêmaniyê diçin. Yan berevajî ber bi herêmên navend û jêrê Iraqê diçin.”

Bexan Ezîz yek ji wan ciwanan e wiha qala naveroka tabloyên çêdikin kir: “Hejmarek tabloyên me nîşandeya dîroka Derbendîxan e. Bi vê rê re em dixwazin xizmetekê ji navçeya xwe re bikin.”

Bexan Ezîz diyar kir ku wê tabloyên wan bandoriya fikrî û derûnî li ser wan kesên ku li Derbendîxan re derbas dibin bike, ji ber ku peyamên mirovî û hişyariyê didin.

Di yek tabloyên hatine çêkirin de, rojnamegerek têde diyar e ku gulekê hildikêşe û nîşanî bînerên televîzyonê dide. Geşbîn Xefûr têkildarî vê tabloyê wiha got: “Hinek kes pîşeyê xwe ber bi aliyek din ve dibin. Gulek hilkişandiye û dibêje ev gulekî ciwan e. Lê di naverokê de jiyan û jîngehek ji holê rakiriye. Gelek kanal û peyamnêr hene ku li gorî pîşeyê xwe kar nakin û bi aweyek din nûçeyan radigihînin ku di berjewendiyên çend kes û aliyan de ye. Me xwest bi tabloyên xwe çend peyaman bidin ku ev ji yek ji peyama me ye.”

Ji ber xemilandina dîwarên navçeya Derbendîxanê ciwanan kêfxweş in û ji karên xwe hest bi aramiyê dikin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar