Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Şewitandina pirêzeyan zirarê dide her tiştî

Endazyarê çandiniyê Azad Îbrahîm diyar kir ku şewitandina pirêzeyan zirarê dide jîngehê, madeyên organîk ên di axê de, di heman demê de dibe sedema şewitandina dîrekên ceyranê.

Dewleta tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 2 hezar hektar çandinî û 19 hezar darên berhemdar şewitandin. Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 30’ê nîsana borî de bi biryarekê şewitandina pirêzeyê (bermahiyên çandiniyê) qedexe kir û diyar kir ku gereke ew pirêze wek ka ji bo sewalan were bikaranîn. Tevî biryarê jî jî hin cotkar pirêzeyan dişewitînin bê ku girîngiyê bidin zirarên ku dide jîngehê.

Li kêleka zirara ku digihîje axê, şewata ku li nav zeviyan dikeve digihîje dîrekên ceyranê yên textî û dişewitîne, di encamê de gundên ku ji wan dîrekan ceyranê distînin, bê ceyran dimînin. Li başûrê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê gelek dîrek ji ber şewitandina pirêzeyan, şewitîn.

Endazyarê çandiniyê Azad Îbrahîm destnîşan kir ku şewitandina pirêzeyê zirareke mezin dide zeviyên çandiniyê û tu fêde ji wê tune ye. Îbrahîm diyar kir ku şewitandina pirêzeyê zirareke mezin dide madeyên ogranîk ên di axê de û got ku ev jî bandorê li jînewerên biçûk ên di axê de dike. Îbrahîm anî ziman ku pêwîst e pirêze ji bo sewalan bibe ka.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar