Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Şêx Ehmed: Rola Abdullah Ocalan di têkbirina DAIŞ’ê de girîng e

Hîndekar Şêx Ehmed Turkî diyar kir ku di pêwîstiya gelê ereb û îslamê bi lîderekî mîna Abdullah Ocalan fedakar, xwedî fikir, teoriyên exlaqî û siyasî heye û wiha got: “Berxwedana ku gelê kurd li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê kir, komên terorîst têk bir.”

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cihanê hat destpêkirin bi hemû hêza xwe didome. Ji Akademiya El Ezher Şêx Ehmed Turkî beşdarî sempozyûma li Pirtûkxaneya El Beladê bû û pirtûka xwe ya nû Dar El-Mehrûsa îmze kir.

Şêx Ehmed Turkî got ku pêwîstiya gelê ereb bi lîderekî mîna Abdullah Ocalan heye ku xwedî teoriyên exlaqî, siyasî ye û fedakaran e. Ehmed Turkî bal kişand ser rola kurdan û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a di têkbirina DAIŞ’ê de û wiha axivî: “Berxwedana ku gelê kurd li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê kir, komên terorîst têk bir. DAIŞ’ê gelek jinên kurd dîl girt, ji ber vê yekê jî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê fikar li ser jinûve geşbûna DAIŞ’ê heye. Ji ber komkujiyên DAIŞ’ê bi taybetî pêwîstiya jinên êzidî bi tedawiyê heye, ji ber ku li cîhana ereb û îslamê bi hezaran kes hene ku veguherîne bombeyên zindî. Pêwîstiya miletê ereb û îslamê bi lîderekî mîna Abdullah Ocalan fedakar, xwedî fikir, teoriyên exlaqî û siyasî heye. Di pirtûkên Birêz Ocalan de girîngiya jiyana bi hev re ya gelê kurd, gelên herêmê û pêkanîna aştî û aramiyê ya di demên zehmet de tê destnîşankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar