Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Sibata îsal rengîn e!

Dema ku her carê meha Sibatê dihat xemgînî xwe li me dipêça. Ji aliyekî ve di nava demsala zivistanê de cih digre û sar e. Ev yek bi xwe re nexweşiyekê bi mirovan re çêdike. Îca di meheke wisa de jî Rêber Apo hat girtin. Vê yekê êşa me girantir kir.

Ji ber vê yekê 26 sal in sibatek reş û tarî li ser me heye. Dema ku dibe 15’ê Sibatê jî rojeke ku qet mirov naxwaze bibîr bixe rasta me tê. Girtina Rêber Apo li me giran hat û ti carî me xwe hînî vê rewşê nekir. Lê Rêber Apo ji aliyekî din li vê meselê nerî. Tevî ku Rêberê milyonan bû û dîl hate girtin jî dev ji têkoşîna xwe berneda û moralê xwe xera nekir. Ev yek wekî parçeyeke têkoşînê dît. Eger mirov şoreşger be, li pêşiya we kelem jî hene. Şehadet, girtin, êşkence û surgun dibe parçeyek ji vê têkoşînê.

26 sal ne wextekî hindik e. Kurdan li dijî vê komployê gelek bedel dan. Hê di dema komployê de bi sedan kesî canê xwe dan ber agir. Kesî bawer nedikir ku Rêber Apo hatiye girtin. Lewma hê jî gelek kesan ev yek qebûl nekiriye.

Rêber Apo girtin û bi ser halan de ew xistin nav pergaleke qirkirin û êşkenceyê. Ji bo ku îradeya Rêbertiyê bişkînin tecrîd li ser tecrîdê û her cûre êşkence pêş xistin. Bi salan destûr nehat dayîn ku kesî bibîne. Lê Rêber Apo bi berxwedaneke dîrokî bersiva komplogeran da. Eger ku Rêber Apo li gorî pergala komplogeran meşiya bûya wê niha ne li wir bûya. Lê ji ya xwe nehat xwarê û niha em dibînin ku komploger hatin ser riya Rêber Apo.

Ji bo ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were di van salan de gelek kampanya û pêngav hatin pêşxistin. Li gorî xuya dike encamek jî bi xwe re aniye. Dewleta Tirk têra xwe teşhîr bû. Îro jî ev dewlet neçar maye ku biçe ber lingê Rêber Apo. Çend meh in nîqaşên pêvajoyeke nû heye. Heyetên dewletê û ya DEM Partî bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Encamên erênî ji van hevdîtinan xuya kirin.

Hevserokê giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan jî ragihand ku ew ê daxuyaniyek Rêber Apo di 15’ê Sibatê de pêk were. Her wiha li gorî agahiyan ev daxuyanî wê bi dîmen be û Rêber Apo bangeke dîrokî bike. Bi vê daxuyaniyê re êdî tê fêmkirin ku komploya 26 salan bi dawî dibe. Ew komploya ku di şexsê Rêber Apo de li ser Kurd û Tirkan pêk anîn têk diçe.

Rêber Apo wê bi peyama xwe re dawî li qirkirina Kurdan bîne û bihareke rengîn bide destpêkirin. Ev yek wê aramiyekê bîne rojhilata navîn jî. Banga Rêber Apo wê rengê Sibatê jî biguherîne. Êdî tê fêmkirin ku bihara îsal zû hat.

Piştî banga Rêber Apo ya çareseriyê jî êdî gavên pratîkî ji dewletê re dimîne. Wê dewleta Tirk çawa bersiv bide ew tê meraqkirin. Em dizanin ku helwesta Rêber Apo û tevgera azadiyê bê çawa yî. Lê ya girîng divê ev pêvajoyek dualî be. Eger agirbestek dualî nebe û danûstandin tinebin, pêşketina pêvajoyê jî ne mumkun e. Ji bo vê yekê jî mehên Sibat û Adarê girîng in. Bihara îsal wê veguhere bihara gelan. Qedera gelan wê di vê biharê de were destnîşankirin.

Nûçeyên Têkildar