Polîsên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Îlonê de bi awayekî hemwext bi ser Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Çandê ya Ankayê de girtibûn. Di serdegirtinê de mamosteyên zimanê kurdî jî di nav de 30 kes hatibûn binçavkirin, gelek pirtûk û materyalên dijîtal hatibûn desteserkirin. Ji binçavkiriyan 29 jê hatin berdan û nivîskarê rojnameya me, mamosteyê zimanê Kurdî û Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna ewil a doza nivîskarê me Ronî dê di 17’ê Kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were dîtin.
Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê parêzer Cemîle Turhalli ku parêzertiya Ronî dike, anî ziman ku darizandina Ronî ne darizandineke şexsî ye û wiha got: “Ev doz êrîşên ser zimanê Kurdî û tacîza darazê ya li ser Kurdî nîşan dide. Ji ber vê yekê girîng e. Çalakiyên beşdar bûye dikevin çarçoveya azadiya fikr û ramanê û di van çalakiyan de bal dikişand ser zexta li ser zimanê Kurdî. Lewma jî mimkin nîne doz bi sedemên hiqûqî hatibe vekirin. Nêzikatiya li hemberî Kurdî, statûya Kurdî û daxwazên Kurdan bi sala ye qet neguheriye. Bikaranîna Kurdî hêj jî bi tacîzên darazê rû bi rû ye. Sedema darizandina Ronî jî xebatên wî yên ji bo Kurdî ne.”
Bi domdarî Cemîle Turhalli da zanîn ku mîna KURDÎ-DER’ê ku bi KHK’ê hatibû girtin, MED-DER jî xebatên Kurdî dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Gelek kesan bi saya wan hînî Kurdî bûn. Heta memûr û polîs jî dihatin dersan. Sertfîka û belgeyên mirovan hene ku perwerde bûne. Lê îro çi bû? Xebat û lêkolînên ser zimanê Kurdî tên terorîzekirin. Ji ber ku pêvajoya siyasî vê ferz dike. Îktîdara ku dibêje pirsgirêka wê bi Kurdî re nîne, li vir bi Kurdî silavê dide û dema diçe Enqereyê jî mîkrofonên wekîlên li meclisê bi Kurdî diaxivin, digire. Polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdî, polîtîkayeke durû û pragmatîst e.”
Cemîle Turhalli, anî ziman ku Ronî heta niha gelek caran hatiye binçavkirin, di hincek dozan de biryara cezayan di hinekan de jî biryara beraetê hatiye dayin. Cemîle Turhalli, axaftina xwe wiha qedand: “Pêvajoya edlî ya nû ya derheqê Ronî de, tacîzeke darazê ya nû ye. Banga me ji bo her kesên ji bo Kurdî û zimanê dayikê dixebitin ew e ku xwedî li dozê derkevin. Ev doz, doza her kesî ye. Divê Kurdîhez xwedî li dozê derkevin û li cem Rifat Ronî cih bigirin. Piştevanî dikarin berê van dozên siyasî biguherînin. Li gorî biryarên DMME û îçtîhadên Dadgeha Bilind, divê tavilê biryara beraetê were dayin.”