Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê, êdî qonaxake nû li rojhilata navîn heye. Li aliyekî ji bo avakirina Sûriyeke nû nîqaş û danûstandin hene, li aliyê din welatên derdorê jî ji bo siberoja xwe ketine şîroveyan. Yek ji wan jî dewleta Tirk e. Her wiha rewşa Iraq û Îranê jî di heman çarçoveyê de ye. Jixwe şerê li Xezayê bandora xwe li Lubnanê jî kir û bi vî rengî rojhilata navîn di nava şerekî giran de ye. Lê rewşa li Sûriyeyê tiştekî din bû. Me dît ku bê rejîma Baasê çawa dev ji desthilatdariyê berda û reviya. HTŞ jî ji nişka ve hat ser desthilatdariyê. Di nava demeke kurt de jî wezîrên xwe diyar kirin û dest bi danûstandinan kirin. Ji qada navnetewî jî gelek kes çûn Şamê û hevdîtinên dîplomatîk pêk hatin.
Yanî xuyaye ku amadekariya wê ji beriya bi mehan hatibû kirin û niha jî bi lez û bez pêvajoyek dimeşe. Dewleta Tirk jî ji vê hayedar bû û lewma dixwest ku dest li rewşê werde û ji bo vê yekê meseleya çekdanînê ya PKK’ê xist rojevê. Ew difikire ku dor bigihê Tirkiyê jî û di rewşeke wiha de wê ti ferqa Tirkiye ji Sûriyeyê nemîne. Her kes dizane ku rejîma Sûriyeyê ji ber çi hilweşiya û niha heman zihniyet li Tirkiyê jî heye. Eger Tirkiye jî di zihniyeta dewleta navendî de israr bike wê aqûbeta wê jî wekî ya Sûriyeyê be.
Êdî li Rojhilata Navîn dewletên navendî hildiweşin û dema wan qediya. Hêzên navnetewî dewletên navendî naxwazin. Ew li gorî berjewendiyên xwe dixwazin tevbigerin. Beşar Esad û dewletên beriya wî jî ji ber heman sedeman hilweşiyan. Eger hûn cih nedin nasname û baweriyên cûda, hûn neçar in têk biçin. Eger îro li ser erda Sûriyeyê Kurd hêzêke sereke ne û divê ew jî xwedî gotin bin.
Di dema derbasbûyî de Beşar Esad ev yek nedît û tine hesiband û lewma jî aqûbeta wî diyar e. Lê em dibînin ku wê di siberoja Sûriyeyê de Kurd hêzeke sereke bin. Ji aliyê eskerî, siyasî û civakî jî pêşengiyê dikin. Dewleta Tirk jî dema wê qediya û nema dikare li ser Sûriyeyê xwedî gotin be. Dibe ku bi êrişkarî û dagirkeriya xwe Kurdan aciz bike, lê ew jî wê heta deverekê be.
Êdî kes nikare hêza Kurdan ji nedîtî ve were. Kurd li rojhilata navîn diyarker in û qedera wê destnîşan dikin. Hêzên navnetewî jî di ferqa wê de ne. Tenê tiştek maye û ew jî yekrêziya Kurdan e. Eger ew jî pêk were, wê demê kes nikare pişta Kurdan bîne erdê. Dewleta Tirk ji bo astengkirina vê yekê wê gelekî hewl bide. Wê gelek xayîn û nokeran têxe meriyetê. Ew jî çiqasî wê bi serkeve, girêdayî demê ye.
Sedsala pêşiya me wê ji bo Kurdan salên zêrîn bin. Sedsala derbasbûyî Kurdan nekarîn tifaqa xwe çêkin û salên bi êş bûn. Lê êdî dîrok vê yekê qebûl nake. Sedsala li pêşiya me yekîtiyê li Kurdan ferz dike. Kurdan jî bi berxwedana xwe îradeya vê nîşan dan. Di nava deh salên derbasbûyî de îspat kirin ku ti hêz nikare Kurdan bişkîne. Li pêşiya me encamek bi heybet heye. Bêguman wê bedelên giran werin dayîn û wê bi awayekî hêsan Kurd negihijin azadiyê. Di serî de dewleta Tirk, gelek derdor wê li dijî yekîtiya Kurdan û serkeftina wan derkevin û astengiyan derxin. Ya girîng baweriya serkeftinê û encama bi heybet e. Ji îro û şûnde wê salên encamgirtinê bin.