Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Sirri Sureyya Onder ji girtîgehê derket

Parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder piştî biryara AYM’ê ya ‘Mafê azadiya raman’ hatiye binpêkirin, îro tehliye bû

Li parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Sirri Sureyya Onder, ji ber axaftina wî ya di Newroza sala 2013’an de bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ doz hatibû vekirin û 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Makeqanûna Bingehîn (AYM) têkildarî cezayê Onder biryar da û destnîşan kir ku ‘Mafê azadiya raman hatiye binpêkirin.’

Li ser biryara AYM’ê jî 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku Onder lê dihat darizandin, biryara tehliyeyê erê kir. Bi erêkirina dadgeha herêmî re Onder ji Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Kandirayê ku ji 6’ê kanûna sala 2018’an ve lê girtîbû hate tehliyekirin.

Onder li ber deriyê girtîgehê ji hêla malbata wî, parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Ferhat Encu, Saruhan Oluç û Meral Daniş Beştaş û  parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ve hate pêşwazîkirin.

Gelek welatiyan jî xwestin ku li ber deriyê girtîgehê Onder pêşwazî bikin. Lê bi hinceta qedeyê destûr nehat dayîn. Li ser vê yekê jî welatî derbasî tesîseka ku 8 km’yan dûrî girtîgehê ye bûn û li benda hatina Onder in. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar