Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şivan birin oprasyonê

Piştî li Çiyayê Sipêrêzê yê Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin, leşkeran çûna bêrîvanan a zozanan asteng kir û şivanekî bi darê zorê birin herêma operasyonê. 

Li hin deverên gundên Tiloran’a Jêr, Tiloran’a Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima yên bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve duh operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Bi sedan leşker, wesayîtên zirxî û helikopter sewqî zozanên Tajdîn, Sipêrêz, Omerê Dağı, Pagê û Topizava hatin kirin.

Hat diyarkirin ku duh li Çiyayê Sipêrêzê dengên çekan dihat û gelek cerdevan jî sewqî herêmê hatine kirin.
Hat ragihandin ku bêrîvanên li gundê Tiloran xwestin biçin zozanan pezê xwe bidişopin lê leşkeran wan asteng kiriye. Leşkeran li ser bêrîvanan lêgerîn pêk aniye  û kontrola nasnameya wan kirine û xwestine bêrîvan çîtikên li ser çavê xwe rakin. Leşkeran ji bêrîvanan re gotiye ku heta fermanek duyemîn çûna zozanan qedexe ye.
Hat zanîn ku şivanek ku leşkeran li gel xwe biriye herêma operasyonê agahî jê nayê girtin. Şivanê bi navê Şiyar Demîr jî li herêmê bi tenê maye û leşkeran destûr nedaye ku kes biçe hawara şivanan.
Gundiyên ku xwestin li hawara şivanan biçin gotin ku leşkeran li şivanan daye. Her wiha hat zanîn ku pezê şivanan li derdorê belav bûye û ji bo gundî pezên xwe berhev bikin jî tên astengkirin.
Li aliyê din hat zanîn ku gelek kemçe îro birine herêma operasyonê û ji bo qedexeya li herêma operasyonê hê jî daxuyanî ango biryarek fermî nehatiye ragihandin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar