Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

SOHR: 300 çeteyên dewleta tirk gihiştin Lîbyayê

SOHR’yê di malpera xwe de ragihand ku zêdetirî 300 çeteyên ku li Sûriyeyê û girêdayî dewleta tirk gihiştin Lîbyayê. SOHR’ê da zanîn ku ev çete ji hêla dewleta tirk ve tên pêşwazîkirin û mûçeyên wan jî dewleta tirk dide

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi daxuyaniyekê ragihand ku 300 endamên komên çete yên girêdayî dewleta tirk, derbasî paytexta Lîbyayê Trablusê bûn. Tê gotin ku hejmara endamên komên çeteyan ên ji bo perwerdeyê gihîştine baregehên Tirkiyeyê, nêzî hezar kesan in.

Navendê diyar kir ku çeteyên ku dê biçin Lîbyayê, peymaneke ji bo 3 yan jî 6 mehan bi dewleta tirk re îmze dikin û li gorî vê, ji 2 hezar heta 2 hezar û 500 dolaran mûçe digirin. Her ku dema peymanê dirêj bibe, pereyên ku distînin jî zêde dibin. Navendê ragihand ku ji çeteyên gihiştine Lîbyayê herî zêde endamên koma çete ya Tevgera Hezim hene.

Gelek jê ji Efrînê çûne

Li gorî qeydên deng ên hatine bidestxistin, diyar dibe ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk bi komeke çekdaran re diaxive û dipirse ka amade ne sibê ji Efrînê berê xwe bidin Terablusê yan na. Endamê koma çete dibêje ku dê sibehê saet 10.00’an de ji Efrînê derkevin.

Baregeha dewleta tirk çeteyan pêşwazî dike

Di heman demê de navendê destnîşan kir ku çete li herêma Selah El Dîn ku deriyê başûr ê têketina paytexta Lîbyayê ye û yek ji herêmên dewlemedan e, kom dibin. Di berdewamê de jî SOHR’ê agahî parve kirin: “Di vîdeoyên ku hatine bidestxistin de diyar dibe ku ku çete li baregeha El Tekbalî ku berê girêdayî artêşa Lîbyayê bû û niha di bin kontrola dewleta tirk de ye, kom bûne. Dibe ku ji beriya nêzî mehekê ve li wê baregehê amadekarî tên kirin. Ev yek jî nîşan dide ku komên çete ji hêla dewleta tirk ve tên pêşwazîkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar