Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Şoreşger Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn

Ciwanên şoreşger Denîz Gezmî, Yûsûf Aslan û Huseyîn înan di 47’emîn salvegera bidarvekirina xwe de li Stenbol û Hatayê hatin bibîranîn. Di merasîma bîranînê de soza domandina têkoşîna wan hat dayîn

Ji rêveberên şoreşgerên tevgerên ciwanên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di di 47’emîn salvegera bidarvekirina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyakayê bi merasîmekî hatin bibîranîn.

Di merasîma her sê şoreşgeran de gelek endam û rêveberên rêxistinên ciwanan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl û bi hezaran mirov amade bûn. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî Sirûda Enternasyonal hate xwendin. Girseyê bênavber dirûşmên ‘Têkoşîna Yûsûf, Huseyîn û Denîz berdewam dike û dê berdewam bike’, ‘Fîloya 6’emîn a emperyalîstan û hevkaran ji bîr nekin’ û ‘Ciwantî dê were, sosyalîzm dê were’ hatin berzkirin.

Di merasîmê de berdevkê demî yê Platforma Şaxa KESK’ê ya Enqereyê Mevlût Çakmak li ser navê saziyan axivî û wiha got: “Em 47’emîn salvegera qetilkirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de, carek din di hizûra wan de kom bûn. Cih ji bêhêvî û bedbîniyê re tune ye. Em mecbûrin ku faşîzmê û avakirina rejîma yek zilamtiyê rawestînin û vê dorpêçê bişikînin. Ji bo rêhevalên me soza me heye; em ê hêviyê mezin bikin, cîhaneke bê çîn û bêkedxwarî teqez ava bikin.”

Girseyê piştî daxuyaniyê jî gorên her sê şoreşgeran ziyaret kirin û qurnefîl danîn ser gorên wan.

HATAY

Bi heman boneyê li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî bi pêşgiya rêxistina Partiya Kedê (EMEP) her sê şoreşger hatin bibîranîn. Biranîn li avahiya partiyê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî serokê EMEP’ê yê navçeyê Mevlût Bulgur axivî. Bulgur got ku têkoşîn, girêdanbûna wan a bi gel û wêrektiya her sê şoreşgeran dê tu caran neyê jibîrkirin. Bulgur daxuyand ku dê cîhaneke azad û wekhev ava bikin. ENQERE-HATAY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar