Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 1 Eylül 2025

Soylu hedef nîşan da HDP’î hatin girtin

 Ji 11’ê endam û rêveberên HDP’ê yên ku di 20’ê adarê de hatibûn binçavkirin û îro derketin dadgehê, 9 kes jê hatin girtin. Demek berê wezîrê karên hundir Suleyman Soylu endam û rêveberên HDP’î hedef nîşan dabûn û li ser vê gefê jî HDP’î hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ku Sedozgeriya Komarê ya Edeneyê dabû destpêkirin, di 20’ê adarê de polîsan li Edeneyê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’î de girtibû. Di encama serdegirtina malan de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Gulseren Tural, hevserokê HDP’ê yê navçeya Seyhan a Edeneyê Hazim Yalçin, namzetê endamtiya Meclisa Şaredariyê ya Seyhanê Huseyîn Beyaz, endamê Meclisa Şaredariya Seyhanê yê berê Enver Okmen, rêveberên bajar M. Saît Eren, Alî Aslan, Yaşar Demîr û endamên HDP’ê Ahmet Alak, Mustafa Yildiz, Mehmet Alî Alak, Veysî Alak û Siraç Alak hatibûn binçavkirin .

HDP’iyên ku hatin binçavkirin îro jî sewqî edliyeyê hatin kirin û îfadeyên wan hatin girtin. Dozgeriyê endamê HDP’ê Veysî Alak bi şertê kontrola edlî, hevserokê bajar û 11 HDP’iyên din jî bi îdiaya ‘Rêvebirê rêxistinê’, ‘Endamtiya rêxistinê’  û ‘li ser navê rêxistinê sûc, talan û gef kirine’ sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir.

Heyeta dadgehê jî Yalçin, Siraç û Ridvan Alak bi şertê kontrola edlî berdan û Tural jî di nav de der barê 8 HDP’iyan de jî bi îdiaya ‘Rêvebirê rêxistinê’, ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘li ser navê rêxistinê sûc, talan û gef kirine’ biryara girtinê da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku demek berê beriya ku îfadeyên HDP’iyan bên girtin, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bi gotinên ‘odeyên kozmîk ava kirine’, mudaxaleyî dozê kiribû û HDP’î hedef nîşan da bû. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar