Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Stêrkên antî-maddeyê

Di galaksiya me ya Rêya Kadizê de texmînî 100 milyar stêrk hene. Niha derket holê ku hemû ne ji maddeyê ne û dibe ku 14 jê ji antî-maddeyê bin

Di galaksiya me ya Rêya Kadizê de texmînî 100 milyar stêrk hene. Niha derket holê ku hemû ne ji maddeyê ne û dibe ku 14 jê ji antî-maddeyê bin. Êdî xwedê dizane divê em ji wan re bibêjin, antî-stêrk. Antî-stêrk jî wê hema bi eynî rengê stêrkan bin lê li şûna maddeyê di sîsika xwe de bişewitînin, ew li gorî teoriyê divê antî-maddeyê di sîsika xwe de bişewitînin.

Ev îhtîmal xwe disipêrin daneyên tecrûbeyeke zanistî. Em behsa Spektrometroya Alfa Magnetîk (AMS) a NASA’yê dikin ku bi Stasyona Fezayê ya Navneteweyî ve ye. Wê çend nimûne berhev kirin û dibe ku ev nimûneyên antî-maddeyê bin. Antî-madde eynî weke maddeyê ne lê barkirina wan berevajiyê maddeyê ye. Yanî elektronên negatîf barkirî di antî maddeyê de pozîtronên pozîtîf barkirî ne û protonên pozîtîf barkirî jî negatîf barkirî ne. AMS’ê bi qasî ku heta niha ji hev hatiye derxistin, antî-helyum tesbît kiriye: di sîsika wê de du antîproton û antînoytron hene.

Xwendekarê doktorayê li zanîngeha Toulousê li Fransayê, Simon Dupourqué´dibêje, heta niha biqasî em dizanin tîrêjên kozmîk nikarin tiştekî ewqasî kompleks weke antî-helyumê çêkin. Naxwe ev antî-helyum ji ku tê? Bi ya wî û lêkolêrên di tîma wî de, yek ji îhtîmalan ew e ku li gerdûnê qismek ji antî-maddeyê kom bûbe û antî-stêrk çêkiribin; û di sîsika van antî- stêrkan de jî antî-hîdrojen dişewite û vediguhere antî-helhumê. Heger ev stêrk bi rastî hebin jî, ji derve ve wê eynî weke stêrkan xuya bikin. Lê îhtîmalên din jî hene ku ew ji stêrkên tîrêjên xurt weşiyabin. Lê heger ew ji antî-stêrkan weşiyabin, em careke din hîn bûn ku em nezanin.  Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar