Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...
Pazar - 9 Mart 2025

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Stranên Mihemed Şêxo 36 sal in li Kurdistanê olan didin

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo 36 sal berê wefat kir û 120 stranên ku heta niha li Kurdistanê tên gotin li pey xwe hişt. Hîna jî stran û awazên wî li ser lêvan tên gotin û guhdarîkirin û li seranserê Kurdistanê olan didin.

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo di 9’ê Adara sala 1989’an de di 41 saliya xwe de koça dawî kir. Mihemed Şêxo ku di temenek ciwan de wefat kir, karî di nava 41 salên jiyana xwe de ji Rojava, heta Lubnan, Bexda, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi dehan stranên li ser evîndarî, welatparêzî û têkoşîna Kurdan tomar kir. 36 sal di ser wefata Mihemed Şêxo re derbas dibe, lê hîna jî stran û awazên wî li ser lêvan tên gotin û guhdarîkirin û li seranserê Kurdistanê olan didin.

Mihemed Şêxo yek ji wan hunermendên Kurde ku piştî wefata wî 36 sal derbas bûne jî hîn stran û awazên wî yên li ser evîndarî, welatparêzî û têkoşînê gotî, di nava gel de yên herî zêde tên guhdarkirin û heskirine.

Mihemed Şêxo li gundê Xecokê yê bajarê Qamişlo di sala 1948`an hatiye dinê. Qonaxa seretayî ya xwendinê li gund qedandiye, di heman salan de bi jenîna bilûra şivanan dest bi hunera xwe kiriye; li gel tembûrê biziq, bilûr, ûd, keman, akordiyon û gîtarê fêr bûye.

Sala 1965’an ji bo xwendina xwe bidomîne derbasî Qamişloyê dibe; li dibistanê tevli gelek şevbuhêrkên hunerî dibe û stranên bi zimanê Erebî jî dibêje.

Di dawiya sala 1969’an de diçe paytexta Lubnan Beyrudê û di sala 1972’yan de dibe endamê Hevgirtina Hunermendên Lubnanê. Li vir hunermendên Ereb ên wekî Feyrûz, Nesrî Şemsedîn, Wedî’ Elsafî û Asî Rehbanî nas dike. Li Beyrûdê 2 salan dersên muzîkê girtin û demekê di nava koma muzîkê ya bi navê Serkeft de cîh digire.

Di sala 1972’yan de vedigere Rojavayê Kurdistanê û û li bajaroka Rimêlan wekî karmend kar dike, lê di heman demê de serkêşiya koma muzîkê dike. Di van salan de Partiya Baas dixwaze Mihemed Şêxo tevlî pîrozbahiya partiya wan bibe, lê ew qebûl nake û dest ji karmendiyê berdide. Bi çend hevalên xwe re komek mûzîkê ava dike û tevlî şahî û pîrozbahiyên Newrozan dibe. Êdî hêdî hêdî navê Şêxo di nava gel de belav dibe.

Mihemed Şêxo ji ber zextên rejîma Baas di dawiya sala 1972’yan de diçe Başûrê Kurdistanê û ji wir jî diçe Bexdayê. Strana xwe ya yekemîn a bi navê “Baxçê Gula” li vir çêdike. Mihemed Şêxo piştre dîsa vedigere Qamişloyê, lê rastî gelek zextên rejîmê tê û tê girtin. Di sala 1973’yan de cara duyemîn diçe Bexdayê, xebata xwe ya muzîkê didomîne. Li vir di serî de “Gewrê” zêdetirî 10 sitranan tomar dike.

Êdî dengê hunermend, di radyoya dengê Kurdistan, Bexda û Kirmanşanê de li çar perçeyên Kurdistanê dihat guhdarkirin. Di sala 1974’an de bi hunermendên kurd ên bi navûdeng Mehemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Şemal Saib, Tehsîn Taha, Bişar Zaxoyî têkiliyan datîne. Di van salan de (1975) bandorê ji serhildana Kurdan a Başûr digire û çend stranan dibêje.

Piştî peymana Cezayîrê û têkçûna serhildana Kurdan a Başûr, Mihemed Şêxo jî diçe Rojhilatê Kurdistanê û piştî demekê li kampa penaberan, li Mahabadê bicîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe, lê xebatên xwe yên muzîk û welatparêziyê jî didomîne. Li Urmiye û Mahabadê li ser şopa Qazî Mehemed û Simko xebatan dimeşîne, ji ber van xebatên wî piştî 2 salan ji aliyê rejîma Îranê ve sirgunî parêzgeha Ostanê Mazenderan tê kirin.

Hunermend Şêxo ku di 1983’yan de vedigere Qamişlo, di sala 1987’an de, tomargehekê vedike, lê rejîm alavên wî hemû desteser dike, gelek caran wî digire û îşkence dike. Şêxo li Qamişlo li navendek hunerê de zarok û ciwanan fêrî muzîk û stranan dike. Bi taybetî stranên gelerî, sirûdên netewî û welatparêziyê fêr dike.

Mihemed Şêxo ku di heman demê ji bo doza gelê Kurd jî têdikoşiya, zêdetirî 120 stran çêkirin û 14 kaset tomar kirin. Bi stran, stîl û awazên xwe bandorek mezin li mûzîka Kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên Kurd ve hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, jiyan û hunera gelê Kurd dewlemend kiriye. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatine belavkirin. Ji stranên wî yên herî deng vedane evîn; Ay lê Gulê, Ay Gewrê, Sînem, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Nalinêk, Bê Xebat.

Mihemed Şêxoyê ku hesreta wî dîtina Kurdistanek azad bû, ev hesreta xwe bi van gotinan anîbû ziman:

“Gava ez mirim gelî zindiya

Min neveşêrin weku hemiya

Gora min çêkin li bin siya çiya

Kêlên min çekin ji du keziyan

Hemî Adaran hûnê min şiyar kin

Da bikime şênî bo me hemiya.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar