Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Sûrê pêşkêşî alîgiran dikin

HDP li Amedê têkildarî firotina malên Şaredariya Sûrê ya ji aliyê qeyûm ve daxuyaniyek da û diyar kir ku bîra Sûrê bi destê walîtiyê pêşkêşî alîgiran tê kirin

Qeyûmên ku tayînê şaredariyan hatine kirin, hemû şaredariyan talan kirin û di bin deynan de hiştin.

Li Amedê jî qeyûm Abdullah Çîftçî ku tayînê Şaredariya Sûrê hatiye kirin, beriya hilbijartina herêmî 14 erseyên şaredariyê ku di nav sînorên Zanîngeha Dîcleyê de ne, bi bihayê 44 milyon û 123 hezar TL’yî dan ber firotinê. Der barê mijarê de parlamenter û rêveberên HDP’ê yên Amedê li avahiya HDP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê parlamenter Remziye Tosun ve hat xwendin.

Tosun diyar kir ku ev sê sal in 95 şaredariyên DBP’ê ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin û ev qeyûmên ku hêza xwe ji îktîdarê digirin îmze avêtin bin gelek nelirêtiyan û diyar kir ku qeyûman bi van nelirêtî û talanên xwe di sedsala 21’emîn de li bajarên kurdan wek waliyên mêtingeh xebat meşandin.

Di axaftina xwe de Tosun pankarta bi navê ‘Ji Şaredariya Sûrê erseyên firotinê’ ku ev du hefte ne li cadeyên Amedê hatine daliqandin, bi bîr xist û da zanîn ku bîra Sûrê bi destê walîtiyê pêşkêşî alîgiran tê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em  ê nehêlin ku Amedê bidin ber rantê û em ê bi gelê xwe re mil bi mil li dijî zîhniyeta mêtînger di 31’ê adarê de bi ser bikevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar