Ji destpêka şerê navxweyî ya Sûriyeyê heta niha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke Rêya Sêyemîn, Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kirin. Di vê pergalê de hemû gel û bawerî tevlî pergalê hatine kirin û di her qadê de wekhevî esas tê girtin. Piştî Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) rejîma Baasê hilweşand ne diyar e bê rejîm veguhere tiştekî çawa. Li aliyekî hêzên girêdayî HTŞ’ê êrîşî Elewiyan dikin û li hêla din jî dewleta Tirk a dagirker tevş çeteyên xwe DAIŞ-SMO’yê jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têkildarî geşedanên dawî axivî.
Aldar Xelîl diyar kir ku netewe-dewlet, dîrok û dewlemendiya çandî ya Rojhilata Navîn tune dihesibîne. Aldar Xelîl anî ziman ku bi rejîma Baasê re çandên bi hezaran salan bi hev re dijiyan hatine texrîbkirin û wiha got: “Bi pêla serhildanên 2011’ê ve lêgerînên ji bo modêleke alternatîf çêbûn. Di encama van lêgerînan de jî projeya Neteweya Demokratîk ava bû. Neteweya Demokratîk, xwe dispêre wekheviya gelan, azadiya baweriyan û parastina dewlemendiya çandan. Rêyeke çareseriyê ye. Vê modêlê nîşan da ku pêkvejiyan, pêkan e. Yek ji hîmên bingehîn ên projeya Neteweya Demokratîk, têkoşîna azadiyê ya jinan e. Jinan di nava jiyana civakî de roleke çalak li xwe girt û vê jî kir ku proje serkeftî be. Jin ne tenê dînamîkeke civakê ne, her wiha pêşengên veguherînê ne. Têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a bi salan û perspektîfa têkildarî azadiya jinê, di avakirina vê projeyê de xwedî roleke krîtîk e.”
Di berdewama axaftina xwe de Xelîl anî ziman ku peymana civakî ya di sala 2014’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya hemû gelan hatiye avakirin, berhemeke şênber a projeya Neteweya Demokratîk e û xwe dispêre nûnertiya wekhev a gelên Suryan, Ereb, Kurd û civakên din. Xelîl, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev peyman, pêkvejiyana gelan û aştiya di navbera wan de esas digire. Peymana civakî nîşaneya wê ye ku gelan bi îradeya xwe û li ser bingeha aştî û xwişk-biratiyê modêleke rêveberiyê pêş xist. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro mînakeke ji bo cîhanê ye ku gelên herêmê bi îradeya xwe di nava aştiyê de dijîn.”
Xelîl destnîşan kir ku modêla Neteweya Demokratîk ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê ji bo pêşeroja tevahiya Sûriyeyê jî hêviyeke û wiha derbirî: “Ev modêl, ji ber êrişên dewleta tirk û komên çekdar ên piştgiriyê dide, her tim di bin gefan de ye. Dewleta tirk bi êrişên ser Minbic, Til Temir û Tişrînê dixwaze di nava gelên herêmê de tirsê belav bike. Ev êriş ne tenê avadaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de gefê li yekitî û pêşeroja Sûriyeyê jî dixwin. Komên dewleta tirk piştgiriyê dide wan, pevçûnên li ser bingeha mezhebî û etnîkî sor dikin û dibe ku rê li ber parçebûna Sûriyeyê vekin. Divê hêzên navneteweyî li dijî van mudaxileyan bikevin nava tevgerê.”
Aldar Xelîl anî ziman ku ji bo aştî û aramiya Sûriyeyê divê pergaleke xwe dispêre projeya Neteweya Demokratîk were avakirin û ev nirxandin kir: “Divê kongreya neteweyî ku tevahiya pêkhateyên civakê tîne gel hev were lidarxistin. Divê destûreke bingehîn a xwe dispêre wekheviya hemû gelan di vê kongreyê de bê amadekirin. Divê ev destûra bingehîn, mafên çandî û siyasî yên gelan misoger bike û rêveberiya navendî red bike. Hewceye Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din xwedî heman mafê gotinê bin. Di avakirina pergala nû de hewceye hemû pêkhate bi awayekî çalak tev li bibin. Ev yek, dê bingeha pergaleke demokratîk ava bike. Divê were teşwîqkirin ku jin di qada civakî û siyasî de xwedî roleke pêşeng bin û ev yek were teşwîqkirin. Pêşengtiya jinan, ji bo serkeftina projeya Neteweya Demokratîk pir jiyanî ye. Divê li şûna pergala rêveberiya navendî ku komek an jî partiyekê esas digire, pergaleke ku rêveberiyên herêmî hatine xurtkirin esas bê girtin. Avadaniyên navendîparêz, mîna berê dê dîsa bike ku pirsgirêkên Sûriyeyê kûrtir bibin.”
Xelîl axaftina xwe wiha qedand:“Çareseriya krîza li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e. Ev modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye meriyetê, xwe dispêre nûnertiya wekhev a gelan û jiyaneke aştiyane. Heke ev model li tevahiya Sûriyeyê belav bibe, dê gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser bibin. Heke ev model nekeve meriyetê jî dê şer û krîz bidomin.”