Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Tahîr Elçî hat bibîranîn

Tahîr Elçî 6’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn. Gelek parêzer bi cibbeyên xwe çûne cihê ku Elçî lê hatî qetilkirin û edalat xwestin

Parêzer Tahîr Elçî 28’ê Mijdara 2015’an dema ku li ber Mînaraya Çarling a Sûrê daxuyanî dida hat qetilkirin.

Di salvegera 6’emîn a qetilkirina Elçî de parêzer li ber Edliyaya Amedê hatin cem hev û heta li cihê ku Elçî lê hatî qetilkirin bi cibeyên xwe meşiyan.

Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Hevseroka DBP’ê Salîha AydenÎz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û her wiha serokên baroyên Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Antalya, Sînop, Aydin û herêmê hazir bûn.

Parêzer pankarta bi nivîsa ‘Em te ji bîr nakin’ meşiyan û bi dirûşeya gotin ‘Tahîr Elçî nemir e, şehîd namirin.’

Li ber Mînaraya Çarling saet 10:53’an dema Elçî hatî qetilkirin deqeyek rêz hat girtin.

Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren di bîranînê de axivî û wiha got: “Çi kesê rola xwe rasterast an jî nerasterast di plansazî ,kirin û nixumandina ser kuştinê de hebe, ji bo ku werin darizandin em ê hewldana xwe bidomînin.  Em soz didin Tahîr Elçî, raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê.”

Piştî Eren Turkan Elçî axivî û ev tişt anî ziman: “Îro em dîsa ketin nav zaboqa adaletê. Li pêşberî me dîwarê betonî. Weke ku em bi ser valahiya cîhanê de biqêrin, ev 6 sal in bi guhê kerr ê adaletê de diqêrin. Kî me dibihîse. Hê jî dengê wê guleyê di guhê me de dike zimanî ku li aramiya me anî, ragihandî ku xeyala aştiyê jî beleheq e û li devereke pir dûrî me ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar