Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

TAJÊ Çarşema serê Nîsanê pîroz kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û bang li civaka êzidî kir ku li her devera lê ne çand, bawerî û cewhera xwe ya êzidiyatî biparêzin û tifaqa xwe xurt bikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate bibîrxistin ku li gel 73 fermanan jî civaka êzidî çand, bawerî, dîrok û ola xwe parastine û wiha hat gotin: “Cejn û pîroziyên êzidiyan nîşaneya xweza û gerdûnê ye. Her cejn xwedî ilm û felsefeyeke xwezayî, gerdûnî û jiyanê ye. Çarşema Serê Nîsanê jî yek ji cejnên civaka êzidî ye ku nîşaneya avabûna gerdûnê ye. Çarşema Nîsanê sersala civaka êzidî ye.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo parastina çand, bawerî û dîroka xwe, jinên êzidî xwe bi pêşengiya TAJÊ û YJŞ’ê bi rêxistin kirine û dê heta dawiyê bi erka parastina çanda xwe rabin.

Di dawiya peyamê de cejn li tevahiya êzidiyên li welat û derveyî welat hate pîrozkirin û ev bang hate kirin: “Li ku derê dibin bila bibin, divê civaka me çand, bawerî û cewhera xwe ya êzidiyatiyê biparêze. Li dijî her cûre êrîşan hişyar bin, tifaq û yekitiya xwe ava bikin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar