Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazar - 20 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Talûkeya provokasyonê

Daxuyaniya Rêber APO ya ku di 27’ê Sibata 2025’an de hat ragihandin, bandoreke mezin hem li qada navneteweyî hem jî li raya giştî ya navneteweyî kir û hîn jî weke rojeva sereke cihê xwe diparêze. Li ser vê bangê PKK’ê raginad ku ew “amade ne ku erka dikeve ser milê xwe pêk bînin”. Yên di siyaseta demokratîk a Kurdistan û Tirkiyeyê de xwedî rol in jî piştgirî dan banga Rêber Apo û gotin, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e jî” û “Çareseriya wê encax bi demokratîkbûnê pêkan e.” Kes, derdor, sazî û rêxistinên navdar ên cîhanê bang li dewleta Tirk kirin ku bersivê bide banga Rêber Apo. Du aktorên sereke yên Tifaqa Cûmhûr ku li Tirkiyeyê desthilatdar in RT Erdogan û Devlet Bahçelî daxuyand ku ew bi awayekî erênî vê li bang û daxuyaniyê dinerin û piştgirî dane avakirina atmosfereke siyasî ya bi vî rengî.

Bandora vê atmosfera siyasî di çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de hat dîtin. Ev ne tiştekî metelmayî ye. Ji ber ku paradîgmaya ku Rêber APO pêşxist û parast; pirsgirêkên civakî, neteweyî, nasnameyî, çandî, olî û ekolojîk li dora jinê bê çareserkirin e. Dîsa di vê perspektîfê de li dijî her cure nêzîkatiyên serdest, otorîter, dewletparêz, zayendperest, nijadperest, mêtinger helwesteke gerdûnî, pozîsyoneke şoreşgerî, demokratîk a bi pêşengiya jinê tê meşandin vedibêje. Ji bo vê jî weke ku di 8’ê Adarê de hat dîtin paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber APO di asteke gerdûnî de hatiye qebûlkirin.

Ev xwedîderketina ku di 8’ê Adara 2025’an de derket holê di dîroka mirovahiyê de hat nivîsandin ku careke din neyê jêbirin; bi xwedîderketina banga Rêber APO ya “Aştî û Civaka Demokratîk” hêz da têkoşîna demokratîkbûnê ya ku rê li Tirkiyeyê vekiriye. Helbet tenê bi vê re sînorkirî nema û nîşan da ku divê Newroza 2025’an çawa were pîrozkirin û bandora wê di pêşerojê de çawa be. Ya girîng ew e ku mirov vê rastiyê baş fêm bike û li gorî wê nêzîk bibe. Bernameya xebatê ya Şandeya DEM Partiyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, daxuyaniya Rêber Apo bi ji raya giştî re ragihand û rol girt ser xwe, mijareke gelekî girîng û watedar e. Her wiha “Pakêta Demokratîkbûnê” ya ku partiya sereka ya muxalefetê CHP’ê amade kiribû û ji bilî “Îyî Partiyê”, daxuyaniyên “piştgiriyê” yên partiyên ku komên wan li Meclisê hene û Partiya Fezîletê jî girîng û watedar bûn.

Hat dîtin ku ev atmosfera erênî ya derketiye holê rasterast bandoreke erênî li ser jiyana siyasî jî kiriye. Ligel vê yekê, yên ku ji vê dîmena xweşbînî aciz bûne jî hene. Ev kes û derdorên rantxur ên ku heta niha ji şerê taybet ê qirêj sûd wergirtine. Ev kes û derdor bi daxuyanî û hewldanên ‘gefxwarinê’ aciziya xwe ya li hemberî atmosfera erênî didin der.

Yên ku di afirandina atmosfereke erênî ya siyasî de rol lîstin, li hemberî van gefê cidî bêdeng neman.  Li dijî van hewldanan diyar kirin ku ew ê “destûrê nedin provokasyonan” û di vî warî de çi pêwîst be wê bikin. Ev yek rewşa “hêvîdar” a ku derketiye holê xurtir kir.

Berê jî gelek caran bal kişandine ser vê yekê. Berê jî dema ku rewşa “xweşbîn” a ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe derket holê, yên ku li dijî wê derketin hebûn. Heta ji van provokasyonan encam jî girtin. Ji sala 1993’yan vir ve gelek mînakên vê yekê hatin dîtin. Dema ku mirov van tiştan li ber çavan digire, gotina “Em ê destûrê nedin provokasyonan” pir girîng û watedar e. Bi taybetî jî gotina Devlet Bahçelî û RT Erdogan ev bû. Ji ber ku tevgera îdeolojîk û siyasî ya ku Devlet Bahçelî temsîl dike, her tim li dijî çareseriya aştiyane, demokratîk a pirsgirêka Kurd sekinîn û di vê mijarê de her tim “yên li herî pêş” bûn. RT Erdogan jî di vê mijarê de di pozîsyona ku pêşî hin tişt gotin, lê bi israr nebû û dawiyê gotinên xwe paşve kişand de bû. Di serdema şaredartiya xwe ya Bajarê Mezin ê Stenbolê de “Rapora Kurdan”amade kir, di 2015’an de li Amedê got, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka me ye jî”, di 2009’an de got ku ew ê qedexeyên li ser zimanê Kurdî rakin, Di 2011’an de ji ber Komkujiya Dêrsîmê lêborîn xwest û herî dawî xebatên wî yên di navbera sala 2013-2015’an de ji bo pêvajoya çareseriyê erênî bûn û piştî vê bidawîkirina pêvajoyê vê rastiyê îfade dike. Şandeya HDP’ê û rayedarên hikûmeta AKP’ê di 28’ê Sibata 2015’an de li Qesra Dolmabahçeyê li ser “deh xalan” li hev kiribûn û di 22’yê Adara 2015’an de dema ku RT Erdogan ji Ûkraynayê vegeriya van xalan red kir. Ev yek hîn jî di bîra her kesî de ye.

RT Erdogan bi xwe jî ji herkesî çêtir dizane ku çima rewşek wiha qewimî. Ji ber vê yekê, ne hewce ye û bêwateya ku mirov bibêje “çima wisa bû?” Dema ku ev hemû li ber çavan bên girtin, gotinên RT Erdogan û Devlet Bahçelî yên li ser banga Rêber APO û bersiva PKK’ê ya ji bo vê bangê ji niyetxwendinê wêdetir, divê bi baldarî li ber çavan bê girtin.

Agirbesta PKK’ê ya ku li ser banga Rêber Apo di 1’ê Adarê de îlan kir, ji hêla her kesî hat qebûlkirin û bi erênî hat pêşwazîkirin, ji 1’ê Adara 2025’an heta 9’ê Adara 2025’an de Herêmên Parastinê yên Medyayê hedef tê girtin û tê bombebarankirin. HPG-BÎM li ser van tevgera leşkerî daxuyanî da û daxuyand ku bombeyên qedexekirî jî di nav de bi tang, obus, balafirên şer, helîkopter û balafirên bêmirov bi tevahî 2 hezar 919 caran hatiye bombebarankirin. Dîsa li Çiyayê Bagokê-Mêrdînê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û tê xwestin ku li vir baregeheke nû ava bikin. Her wiha çalakiyên leşkerî û bombebaranên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin û her roj dijwartir dibin. Di 9’ê Adara 2025’an de li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê êrîş pêk hatin. Her wiha polîsan bi ser malên gel û saziyên siyasî yên demokratîk de girtin, gelek kes binçavkirin û girtin û desteserkirina şaredariyan berdewam dikin.

Ligel ev rewşa “xweşbîn” a ku derketiye holê jî, em dibin şahidê daxuyaniyên dijber û ne li gorî daxuyaniyên RT Erdogan û Devlet Bahçelî ne, heta serî li provokasyonan didin û hewl didin wan vala derxînin. Armanca vê yekê tê zanîn. Ji ber tirsa windakirina çavkaniyên bingehîn ên ku xwe dispêrin wan û wan xwedî dikin, ketine nava liv û tevgerê. Ji ber vê yekê divê xwe bispêrin tecrûbeyên berê û dersên ji bûyerên berê hatine derxistin, nehêlin provokasyon bigihêjin armanca xwe. Ji bo vê jî her kesên ku banga Rêber APO qebûl dikin û erê dikin, divê xwedî li gotinên Rêber Apo derkevin û pêwîstiyên erkên dane ser milê xwe bi cih bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar