Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’

Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ku bi armanca bi dawîbûna tecrîdê hatine destpêkirin, diyar kir ku tecrîd tenê ne pirgirêka girtîgehan e û banga piştgiriyê ji raya giştî re kir

Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger û bêdem ku girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, di roja 25’emîn de didome. Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar derbarê tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê de axivî û nirxandinan kir.

Akar diyar kir ku tecrîd polîtîkayeke ku li Îmraliyê li salan hatiye belavkirin e û wiha got: “Di sala 2018’an de piştî ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ket greva birçîbûnê û zexta civakî çêbû, piştî bi salan di sala 2019’an de hevdîtinên malbat û parêzeran ên Birêz Ocalan re dest pê kirin. Lê hevdîtin dîsa hatine astengkirin û tecrîd ketiye dewrê. AKP-MHP dîsa heman tecrîdê pêk tînin. Em difikirin ku çalakiyên greva birçîbûnê ku li girtîgehan hatine destpêkirin di aliyê şikandina tecrîdê dê encamên girîng bi xwe re bînin. Em têkoşîna nav 4 dûwaran a hevalên xwe silav dikin.”

Piştgiriya ji bo girtiyan

Her wiha Akar xwest ku herkes piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê bike û ev bang kir: “Divê em li derve piştgirî bidin têkoşîna girtiyan. Divê ev tenê bi girtîgehan bi sînor nemîne. Em hêvî dikin ku hemû hêzên demokrasiyê piştgiriya çalakiyê bikin. Muxalefeta li dijî HDP’ê jî divê piştgiriya çalakiyê bike. Em dixwazin ku hikûmet jî demildest çareseriyek ji vê rewşê re bibîne. Em bang li desthilata AKP-MHP’ê û Wezîrê Edaletê dikin; tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Divê pê re bê rakirin û şertên girtiyên siyasî bê başkirin.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar