Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

‘Tecrîd û binpêkirinên mafan bi berxwedanê dê were pûçkirin‘

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên bi sedema înfaza wan hatiye binpêkirin nayên berdan di roja 15’emîn de li Baroya Wanê didome. Jinan îro serdana çalakiyê kir

Li Wanê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku bi sedema înfaza wan hatiye binpêkirin û nayên berdan Nobeda Edalelê dane destpêkirin di roja 15’emîn de berdewam kir. Nobed li avahiya Baroya Wanê tê girtin. Îro jî aktîvîstên TJA’yê û rêveberên jin ên DBP’ê û HDP’ê serdana malbatan kirin.

Dayikan pêşwaziya jinan kirin. Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Denîz Oztekîn axivî û destnîşan kir ku sedema neberdana girtiyên nexweş û girtiyên ku bi sedema înfaza wan hatiye binpêkirin nayê berdan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û îdareyên girtîgehan girtiyan tecrîd dike û bi çavek neyartî li girtiyan dinêrin.

Hevseroka DBP’a Wanê Gulderen Varli jî da zanîn ku pêwîst e Nobeda Edaletê were mezinkirin û tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgeha bi berxwedanê were pûçkirin.

Serdan bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar