
Tehliyeya Kasim Karataş (60) û Osman Kilavûz (49) ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tên ragirtin, bi hinceta “halnebaşiyê” ji bo 3 mehan hatin taloqkirin. Kasim Karataş, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hate darizandin û di 4’ê îlona sala 1993’yan de bi îdiaya “Hewl dide beşeke xaka dewletê veqetîne” hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Karataş, di pêvajoya girtinê de li gorî rêzê li girtîgehên Îzmîr-Buca, Aydin, Dîlok, Karabuk, Riha û Tekîrdagê ma. Niha jî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin. Diviyabû Karataş di 2’yê tebaxa 2023’yan de tehliye bûbûya lê belê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, tehliyeya wî hate taloqkirin.




