Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Têkiliyên Îran û Pakistanê xera dibin

Piştî ku hin komên li nava Pakistanê li Îranê êrîş pêk anîn, lîderên her du welatan bi rêya telefonê pêwendî bi hev re danîn û hewl dan pirsgirêkê çareser bikin

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokwezîrê Pakîstanê Îmran Han bi rêya telefonê bi hev re axivîn.

Hasan Rûhanê têkildarî mijarê wiha got: “Divê em hewl bidin ku dostaniya me ya ji zûdeyî, nebe qurbaniya karên rêxistinên terorî. Em zanin bê ev rêxistin ji aliyê kê ve tên fînansekirin û ji kê hêzê digirin. Divê em destûrê nedin ku welatekî sêyemîn têkiliyên navbera Îran-Pakistanê xera bike. Niha gelek caran em bûn hedefa êrîşên terorîstên li nava xaka Pakistanê ne. Lewma em amade ne ku li dijî terorîzmê bi hikûmet û artêşa Pakistanê re hevkariyê bikin. Hebûna terorîstan a li Pakistanê di her kêliyê de dibe ku zerarê bide têkiliyên navbera her du welatan.”

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Han jî wiha got: “Hikûmet û artêşa me, ji bo tunekirina teorîstan wê bi hemû hêza xwe tevgerin û ji bo komên terorîst ji nava Pakistanê êrîşî nebe welatên cîran, bi taybetî êrîşî Îranê neke, wê hewl bide. Em gelekî nêzî stargehên terorîstan bûn. Di demeke kin de wê em ê agahiyeke baş bidin îranê li ser mijara terorîstan.”

Îmran Han bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên Tehran-Îslamabadê û wiha got: “Hêvîdar im ez ê karibim di demeke kurt de biçin serdana Tehranê.” TEHRAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar