Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

‘Têkoşerên PKK’ê ne terorîst in’

Ji Sendîkaya Karkeran a Yewnanistanê Emmy Koutsopoulou diyar kir ku kurd ji bo parastina çand, ziman û hebûna xwe têdikoşin û wiha got: “Xistina PKK’ê di lîsteya terorê de tenê berjewendiyên dewleta tirk diparêze. Têkoşerên PKK’ê ne terorîst in.”

Navenda Nûçeyan |

Ji Sendîkaya Karkeran a Yewnanistanê Emmy Koutsopoulou jî tev li kampanyaya Meclisa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê ya derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ bû.

Peyama Endama Sendîkaya Karkeran ya Yewnanistanê Emmy Koutsopoulou wiha ye:

“Piraniya gelê Yewnanistanê nizanin PKK di lîsteya rêxistinên terorê de ye û kurd ji bo parastina çand, ziman û hebûna xwe têdikoşin. Gelê kurd cîranê me ne û li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Ji ber vê yekê weke terorîst tên binavkirin!

Têkoşerên PKK’ê ne terorîst in. Ji ber metirsiya vê rêxistinê ji bo gelên Ewropayê nîne. Tu sedemek nîne ku PKK di lîsteya terorê de be. Xistina PKK’ê di lîsteya terorê de tenê berjewendiyên dewleta tirk diparêze û polîtaya tundiyê ya dewleta tirk rewa dike.

Ev mekanîzmaya zextê nahêle gelê kurd di nava çand, ziman û aştiya xwe ya dîrokî de bijî. Divê em hemwelatiyên ewropî nebin şirîkê vê neheqiyê. Ji ber vê em daxwazê ji hikûmetên me dikin, di zûtirîn dem de desteka xwe ya ji bo ku PKK di lîsteya terorê de bimîne, paşve vekişînin. Ji ber PKK ne rêxistineke terorîst e û nabe ku weke rêxistineke terorê were dîtin jî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar