Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cumartesi - 19 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Têkoşîn rêyan vedike

Ji sersalê û vir ve li Rojhilata Navîn bi taybet jî li Sûriyeyê herêmê geşedanên pir girînd diqewimin. Ev geşdanên bi hilweşîna rejîma Baas re dest pê kir, hêdî hêdî bandorê li tevahiya herêmê dike. Hemû hêzên herêmî û navneteweyî jî siyaseta xwe li gorî vê rewşa heyî ji nû ve digrin dest.

Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas ji aliyê deshilata Şamê ve ji bo destûra bingehîn komîteyek hate avakirin. Di avakirina komîteya “Sazkirina Danezana Destûrî” de desthilata Şamê cih neda pêkhateyên derveyî xwe û baweriyan cuda. Tevî rexne û nerazîbûnan danezana ku hatî amadekirin ji aliyê Ehmed Şaraa ve hate îmzekirin.

Piştî îmzekirina danezanê rêveberiya Şamê, roja 29’ê Adarê hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî ragihandin. Ahmed Şeraa ku wekî serok-komarê demkî hatibû ragihandin di vê kabîneyê de, hem serok e hem jî serokwezîr e. Danazana Destûra Bingehîn û hikumeta nû ya Sûrî ji daxwazên gelan re nabin bersiv. Lewma ji gelek derdorên cûda ev biryarên ku îradeyên gelên Sûriyeyê tine dihesibînin nerazîbûn hene.

Bi van biryaran ve eşkere dibe ku deshilata Şamê rêz ji îradeya gelan re nagre. Ger di vê siyaseta xwe de israr bike wê welat ber bi aloziyek hîn kurttir û girantir ve bibe.

Tevî hemû aloziyan jî Rêveberiya Xweser ji bo parastina gelên li herêmên di bin kontrola wê de dîplomasiyek pir berfireh û xurt dide meşandin. Wisa diyar dibe ku armanca sereke ya vê siyaseta ku tê meşandin rewestandina êrîşên li ser herêmê û naskirina statuya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ye.

Bi çûna Mazlûm Ebdî ya Şamê re, Rêveberiya Xweser û HSD’ê helwesta xwe ya ji bo Sûriyeya nû ku hemû gelan û baweriyan himbêz dike eşkere kir. Her çendî peyama ku di navbera Mazlûm Ebdî û Ahmed Şeraa de hatî îmzekirin ji aliyê derdorên cûda ve weke nakok hatibe dîtin jî, ev ji bo guhertin û veguhertina Sûriyeya ku gelên herêmê hêvî dikin gavek girîng bû.

Diyare ku Rêveberiya Xweser û HSD wê qedera gelên herêmê ji însafa deshilata Şamê re nehêle. Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê wê hewildanên xwe bidomîne. Bêguman ji bo di vê mijarê de bi serbikeve jî divê tora xwe ya danustandinê berfireh bike. Hevdîtinên ku bi partî û aliyên cûda ên li Sûrî re tên kirin eşkere dike ku di vê mijarê de hewldanên erênî hene.

Diyare li gel van hevdîtinên bi partî û aliyên herêmî re hevdîtinên bi deshilata Şamê re jî dewam dikin. Li gorî hin aliyan di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de li ser hin mijaran li hevkirin pêk hatiye. Ji ber ku naveroka van peymanan bi awayekî fermî nehatiye ragihandin niha em li ser gote gota şîroveya nekin wê baş be. Lê Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xwser Îlham Ehmed di axaftina xwe ya di pîrozbahiya Newroza li Frankfûrtê de kir bal kişand ser mijarê û got:  “Em soz didin gelê xwe. Vê îsal bibe sala vegera wan a ji bo xaka xwe. Ji bo vê armancê xebat û hevdîtinên me yên cidî hem bi rêveberiya navendî ya Sûriye û hem jî saziyên navneteweyî heye. Wê di demeke nêzîk de komeke ji Efrînê vegerin mala xwe.”

Ev aliyekî van hevdîtinan e. Ji aliyêdin ve tê gotin ku bi navbênkariya hêzên qûalîsyona navnetweyî di nabera HSD’ê û dewleta Tirk de li baregeha hewayî ya Încîrlikê hevdîtin pêk hatine. Di hevdîtinan de li ser agirbestekê nîqaş tên kirin. Agirbesta ku bahsa wê tê kirin, hemû herêmên Rêveberiya Xweser digre nava xwe. Her çendî derbarê mijarê de heya niha daxuyaniyek fermî nehatibe dayîn jî, sazî û rêxistinên çapemeniyê bi çavkaniyên xwe van agahiyan piştrast dikin.

Geşedanên li herêmê diqewimin ne tenê Sûriyeyê hemû welatên herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Lewma gelek welat ji bo di vê pêvajiyê de pozîsyona xwe xurt bikin di nava hewildanan de ne. Dewleta Tirk jî bi hevdîtinên li gel Rêber Apo, hewl dide ku yekîtiya xwe ya navxweyî xurt bike. Banga Rêber Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk di civakê de pir pozîtîf hate pêşwazîrkirin. xwedî derketina vê di şahiyên Newrozê de bi awayekî vekirî xwe da der. Jixwe Rêbe Apo jî bi rêya malbata xwe ji ber ku gel xwedî li banga wê derketiye ew silav kirin.

Di vê qonaxa wisa aloz de diyar dibe ku Kurd bi rêxistinbûya xwe ve dikarin vê pêvajoyê bi xurtî derbas bikin. Ji bo dawî li hesreta sedsalan bînin û bi layiqî li ser axa xwe bikaribin jiyanek demokratîk û wekhev jiyan bikin îro şer û merc li aliyê Kurdan e. Tevî hemû astengî û zahmetiyan israra di jiyana azad de hişt ku gel bê vê qonaxê. Ji vir û şûn ve ya bê kirin jî ew e ku ji bo dawî li hesreta salan bê anîn mezinkirina têkoşînê ye.

Nûçeyên Têkildar