Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Temaya îsal a mîhrîcanê yekitiya neteweyî ye

Dê 4’emîn Mîhrîcana Fîlm û Çanda Kurdî ya Newyorkê îsal seba şewba Covîd-19’ê bi awayekî onlîne bê lidarxistin. Dê mîrhîcan di 13-14-15’ê Mijdarê de bê li darxistin û di mîhrîcanê de 40 fîlm bên nîşandan û panel bên lidarxistin. Her wiha dê di mîrhîcanê de kincên kurdî jî bên pêşandan.

Mîhrîcan dê bi fîlmê ‘Ax Asûman’ ku çîroka Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş e û Umît Kivanç jî kiriye fîlm, dest pê bike. Wê li mîhrîcana ku bi temaya ‘Yekitiya Neteweyî ya Kurd’ bê lidarxistin û diyarî Demîrtaş bê kirin, wê fîlmê ‘Siya Avê’ jî bê nîşandan ku bi piştgiriya Ajansa Mezopotamyayê hatiye çêkirin.

Her wiha dahata mîhrîcanê bexşî Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin.

Koordînatorê mîhrîcanê Xeyal Qertel anî ziman ku wê di nêz de hûrguliyên der barê bernameyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve bikin û diyar kir ku bi sedema ku wan mîhrîcan diyarî Demîrtaş kiriye ew e balê bikişînin ser girtiyên polîtîk û rewşa wan ragihînin tevahiya cîhanê.

Yekitiya Neteweyî

Qertel da zanîn ku ji her wextî bêtir pêdiviya kurdan bi piştevaniyê heye û bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî. Qertel destnîşan kir ku lewma temaya ‘Yekitiya Neteweyî ya Kurd û Aştî’ hilbijartine û wiha got: “Şerê ku bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê li hemberî kurdan hat destpêkirin hîn jî didome. Ligel şer hewl didin me ji hev du qut bikin. Lewma niha divê ji her wextî bêtir kurd bi yek bin. Ji ber vê jî em ê 3 hezar dolarê ewil ê vê xebatê bexşî rêxistinên civaka sivîl bikin.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar