Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn!

Li Amedê, polîs Ûgûr K. bi TOMA’yê Mehmet Tektekînê 85 salî ecinqadibû û kuştibû. Dadgehê tenê 2 sal û 9 meh û 10 roj ceza li Ûgûr K. birîn

Li Kolana Emekê ya navçeya Rezan a Amedê, dema Mehmet Tektekîn ê 85 salî lambaya sor pêketibû xwest derbasî aliyê rê yê din bibe, TOMA’ya polîsan lê qelibîbû û Taştekîn birîndar kiribû. Tektekîn, piştî du rojan li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê ajovanê TOMA’yê polîs Ûgûr K. îfade dabû. Di rapora pêzaniyê de jî hatibû gotin, li gorî dîmenên MOBESE’yê di dema qezayê de nehatiye tespîtkirin ronahiyên çûnhatinê ji bo kîjan kêlekê ve pêketine û li gorî beyana ajovanê wesayîtê Ûgûr K. dema ronahiya kesk pêketiye wesayît derbas bûye û ji ber vê tu binpêkirina pîvanan nehatiye tespîtkirin. Di raporê de hat gotin ku kesên lêkolîn kirine di warê înformatîkê de tu perwedehî negirtine û ne pisporên vê yekê ne.

Di îdianameya ku hat amadekirin de hat xwestin ku Ûgûr K. ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya 8’an a Amedê jî dîmenên MOBESE’yê lêkolîn kirin û di lêkolîna dadgehê de aşkere bû ka bûyer çawa pêk hatiye. Di lêkolînkirina dîmenan de derket holê ku dema lemba sor pêketiye TOMA derbas bûye.

Dadger diyar kir ku dîmenên kamerayan û rapora kesê pêzane Ûgûr K. wekî qisûrdar nîşandane û bi tawanbariya “bi awayekî qisûrdar kuştina kes” 2 sal û 6 meh ceza li Ûgûr K. birî. Dadger, ji ber bûyer bi zanebûnî pêk hatiye cezayê Ûgûr K. zêde kir û kir 2 sal û 9 meh û 10 roj.  Dadger, di biryara xwe de destnîşan kir ku ceza bi tu awayî nayê taloqkirin û venaguhere cezayê pereyî. Li ser vê parêzerê bersûc ji bo îtirazê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê da. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar