Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Testa bijîşkê girtîgeha Şakranê pozîtîf derket!

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Îzmîrê têkildarî bûyera vîrûsa koronayê (Covîd-19) a li Girtîgeha Şakranê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Şakranê testa bijîjkeke din pozîtîf derketiye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku parastina jiyana girtiyan, di bin berpirsyariya dewletê de ye û ev tişt hatin gotin: “Di serî de li Girtîgeha Şakranê, divê li hemû girtîgehan bi lezgînî tevdîr bên girtin. Ji ewil divê personel û girtiyên ku ji hêla bijîşkan ve hatine dermankirin, bixin karantînayê û testên wan bên kirin. Divê bergiriyên ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20’ê adarê de aşkera kiribûn, bi awayekî guncav bên girtin.”

Agahî hatiye piştrastkirin

Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (Ege TUHAY-DER) Ahmet Ertaş têkildarî mijarê ev agahî dan: “Ji me re agahî hat ku li girtîgehên hejmar 1 û 2 yên tîpa T ên Şakranê bijîşkên ku bi vîrûsê ketine, hene. Malbatên girtiyan piştrast kir ku testa bijîşkekî pozîtîf derketiye. Heman bijîşk hefteyek berê çûye qawîşên girtiyan û bi wan re tekilî daniye. Li gel vê yekê jî testa girtiyan nehatiye kirin. Ev jî fikarên me zêde dike. Divê dev ji vê hiqûqa dijminatiyê berdin û hemû girtiyan berdin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar