Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

TEV-DEM civîna xwe ya salane li dar dixe

TEV-DEM’ê bi tevlêbûna 27 sazî û yekitiyan, li Qamişloyê bi dirûşma ‘Bi ruhê şoreşê em ê civaka demokratîk ava bikin’ civîna xwe ya salane li dar xist

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi tevlêbûna 27 yekitî û saziyên weke yekitiyên bijîşkan, mamoste, kedkar, dermanfiroş, endazyar, ajokar, mutahîd, odeya endustrî, bazirganî û çandiniyê, rêxistina mafên mirovan, Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşkirinê û Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) ku di bin sîwana wê de ne, civîna xwe ya salane li dar xist. Civîn bi dirûşma ‘Bi ruhê şoreşê em ê civaka demokratîk ava bikin’ li Qamişloyê hate lidarxistin.

Di civînê de nûnerên temamiya yekitî û saziyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin amade bûn. Di heman demê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd û hevserokên TEV-DEM’ê Xerîb Hiso û Zelal Cîger jî amade bûn. Di destpêka civînê de Bedran Çiya Kurd axivî û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Piştre jî hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso rapora salane ya tevgerê û xebatên hatine kirin xwend. Di heman demê de yekitî û rêxistinan jî raporên xwe yên salane pêşkêş kirin da ku bên nîqaşkirin. Sazî û yekitiyan destnîşan kir ku dê di sala nû de xebatên xwe pêş bixin.

Piştî axaftinan jî civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar