Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

TEV-DEM: Tirkiye êrîşî vîna gelê Mexmûrê dike

NAVENDA NÛÇEYAN

TEV-DEM’ê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî kampa Mexmûrê şermezar kirin û diyar kir ku êriş ji ber bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê ye. TEV-DEM`ê da zanîn  ku di nava dewletên cîhanê de herî zêde Tirkiye dijminatiya îradeya gelan dike û rewşa heyî li dijî îradeya gelê Mexmûrê bi kar tîne.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê êrişên TSK’ê yên li dijî Wargeha Şehîd Rûstem Cudî “(Kampa Mexmûrê) şermezar kirin. TEV-DEM`ê banga agirbestê kir û wiha got: “Tevî ku sekreterê giştî yê NY`yê ji bo rewşa cîhanê û nexasim rewşa Rojhilatê Navîn, her wiha da ku hîn zêdetir pêşî li belavbûna pandemiya (Covid-19) were girtin, ji ber vîrus ji şer xeternaktir e û berjewendiyên dewletên peywendîdar asteng kirin, ji ber ku di rastiya xwe de ev dewlet hewldana qezenckirina xewnên xwe yên berfireh dikin, banga agirbestê kir.”

TEV-DEM’ê anî ziman ku di nava welatê cihanê de herî zêde Tirkiye êrîşî vîna gelan dike û wiha lê zêde kir: “Di cîhanê de dewleta Tirk dewleta herî zêde şerê îradeya gelan dike, naxwaze gel vîna xwe bi dest bixe û wekî sûcdarî dibîne, li gel vê yekê dewleta Tirk li dijî gelên Kurd, Ermen, Suryan û Asûran komkujî pêk anîne. Da ku dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne û êrişî sivîlan neke , bangên li mezintirîn rêxistinên cîhanê hate kirin, lê hikumeta Tirk a faşîst rewşa hikumeta Iraqê ku ne aram e, şantaj dike, her wiha baweriya bi Partiya Demokrat Kurdistanê keysbaz dike û bi vê yekê serweriya xwe li ser cografiyeke berfireh dike, lewma êrişî kampa Mexmûrê ya penaberên sivîl dike û di encamê de 3 jin şehîd bûbûn. Li hemberî vê yekê jî hikumetên Bexda û Hewlêrê bê deng in û hîn zêdetir derfet ji dagirkeriya Tirkiyê re vedibe.”

TEV-DEM’ê erîş şermezar kir û got: “Em jî wek TEV-DEM`ê êrişên hovane û topbaranan şermezar dikin û bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê dikin ku li hemberî van êrişan, nexasim PDK`ê ku kampa Mexmûrê dorpêç kiriye, bi berpirsyariyên xwe rabin. Armanca dewleta Tirk ji dorpêçkirina kampa Mexmûrê ew e ku xizmetên mirovî, av û ba li ser sivîlan qut bike. Ew kes sivîl in, ne terorîst in, lê dewleta Tirk a dagirker van rewşan keysbaz dike û êrişî îradeya gelê Mexmûrê dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar