Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

TEV-DEM`ê: 8’ê Adarê şoreşa jinan ya li hemberî hêzên hegemon e

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê da zanîn ku 8’ê Adarê bi saya jinên têkoşer û fedekar li hember siyasetên hêzên kapîtalîst û hegemon û li dijî zihniyeta baviksalariyê ku xwe li vîna wê ya azad ferz kiriye, pêk hat.

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê  da.

Daxuyanî wiha ye:

“Em weke Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê  8’ê Adarê li hemû jinan, di serî de li dayikên şehîdan, hevalên têkoşer û yên ji bo nirxên mirovî û exlaqî fedekariyê dikin, pîroz dikin. Dîroka jinan ya bi saya fedekarî û kedên mezin ên jinên pêşeng pêk hatiye, bi destkeftiyan dagirtiye.

8’ê Adarê bi saya jinên têkoşer û fedekar li hember siyasetên hêzên kapîtalîst û hegemon û li dijî zihniyeta baviksalariyê ku xwe li vîna wê ya azad ferz kiriye, pêk hat. Ew roj îro bûye mîras û xala veguherîneke mezin di jiyana jinan de.

Lê belê bi demê re wan hêzên kapîtalîst ên cîhanê bi hemû rê û rêbazan hewl da rola jinan ji bo armancên xwe yên siyasî û aborî pêk bînin ku rola wê di avakirina civakê de têk bibin da ku bi hêsanî civakê bi giştî bixin bin serweriya xwe.

Lê bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê û rola jinan a rastîn ku xwe dispêre avakirina felsefeya jiyana azad û azadiya jinan a ku bingeha têkoşîna rizgariyê ye, jinên kurdistanî xwe li ser rêgez û nirxên cewherî yên mîrasa dîrokî ya jinan ava kir û ji bo birêvebirina jinên serdemê di parastina nirxên mirovahî û exlaqî de bûne nimûne. Ji ber ku bi berxwdana xwe ya lehengane mezintirîn terora li cîhanê têk bir.

Em weke Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê bi vê boneyê bang li tevahî jinên li cîhanê dikin ku vîna xwe bikin yek û piştevniya rola jinên pêşeng ên şorşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar