Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Tevî êrîşên dijwar jî şervan derbên giran li dagirkeran dixin

Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê bajaroka Eyn Îsa û Serêkaniyê bi dijwarî topbaran û bombebaran dikin. Li gundê Izahe yê Girê Spî jî şervanan li hêzên dagirkeran xist û 2 panzêr û 3 wesayîtên zirxî rûxandin

Berxwedena Rûmetê ya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li hemberî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê di roja 9’emîn de berdewam dike. Hêzên dagirker ên ku li hemberî şervanan di hemû eniyan de dişikên, bi tobparankirina qadên sivîlan hewl didin encamê bigirin.

Di vê çarçoveyê de balafirên şer ên dewleta tirk di van kêliyan de bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bombebaran dikin. Di heman demê de balafirên keşfê jî li ser navçeyê digerin. Her wiha li sêgoşeya navçeya Çelebiyê, Eyn Îsa û gundê Kendalê jî ji serê sibehê ve di navbera şervanan û hêzên dagirker de şerekî dijwar diqewime.

Çalakiya li gundê Izahê

Li gorî agahiyan, şervanan li derdora û hundirê gundê Izahe yê Girê Spî li konvoyekî çeteyan xist. Di encama çalakiyê de 2 panzêr û 3 erebeyên çeteyan hatin rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên wan nehat zelalkirin. Şerê li vê herêmê didome.

Êrîşa li dijî Serêkaniyê

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ku li hemberî derbên şervanên HSD’ê bê çare mane, hemû hêza xwe li Serêkaniyê xistiye dewrê. Dagirkeriya tirk bi obûs û tankan li bajarê Serêkaniyê didin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar