Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Tifaqa Ked û Azadiyê: Em qeyyûmê ku dest danî ser depoyên alîkariyê nas nakin!

Tifaqa Ked û Azadiyê nerazîbûn nîşanî peywirdarkirina qeyyûm a li ser Navenda Hevgirtinê ya HDP’ê da û got “Em qeyyûm nas nakin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Tifaqa Ked û Azadiyê de wiha hat gotin: “Li welatê me yek ji erdheja herî mezin pêk hat. 10 roj in em bi trajediyeke mezin a mirovî re rû bi rû ne. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye, hîn zelal nebûye.  Em  di bobelateke mezin de ne, şîna me didome. Em hewl didin van rojan bi ser bikevin û birînên xwe derman bikin.

Rêxistinên alîkariyên mirovî, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, dildar, ekîbên alîkariyê ji gelek welatên cîhanê, li herêma erdhejê bi kedeke mezin xebitîn. Ji çar aliyê welat û cîhanê alîkarî gihandin mexdûrên erdhejê. Partiyên siyasî yên di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de bi hezaran kamyon alîkarî şandin herêmên erdhejê. Bi hezaran xêrxwazên di nav tifaqê de ji bo hevgirtinê seferber bûn.

Lê belê me dît ku nûnerên hikûmetê piştî erdhejê nekarîn vê krîzê bi rê bibin. Bi hêrs gef li gel xwarin û çêr kirin. Em ê vî tiştî tu carî ji bîr nekin.

Desthilatdariya ku ji dêvila guh bide hişyariyên zanyaran, çavkanî û derfetên mezin pêşkêşî muteahîtan kirin. Ev desthilatdarî berpirsê siyasî yê vê erdhejê ye.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dikare hemû derfetên dewletê bi kar bîne û xwedî her cure desthilatdariyê ye, Rewşa Awarte ragihand. Duh me dît ku Rewşa Awarte desteserkirina ked, mirovahî, hevkarî û hevgirtinê ye. Li Navenda Piştgiriyê ya HDP’ê ya Bazarcixa Mereşê ku ji roja pêşîn a erdhejê alîkariyê dide gel, qeyyûm hat peywirdarkirin.

Ev 10 roj in hevalên me alîkariyê digihînin 100 gundan. Ev depo û kon wekî hêviya şêniyên Bazarcixê ye. Qaymakam tevî 200 leşker û polîsan, dest danî ser wê depoyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar