Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Tîma Rojava Ramko li Reqqayê 15 hezar mayin paqij kirin

Tîma Rojava Ramko ji roja destpêkê ya rizgarkirina Reqqayê heta niha li herêmê xebatên xwe didomîne. Hat zanîn ku heta niha tîmê li Reqqa û gundewarên wê zêdetirî 15 hezar mayin paqij kirine

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî ku bajarê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, demildest dest bi paqijkirina mayinên ku çeteyên DAIŞ’ê di demên berê de çandin kirin. Ji ber mayinên ku çeteyan çandin, heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Niha jî jiyana bi dehezaran sivîlan ji ber mayinên ku hîn nehatine dîtin, di xetereyê de ye.

Di dema operasyona şervanên HSD’ê de çeteyên DAIŞ’ê yên ku tengav bûn, li deriyên malan, li kolanan, li avahiyên taybet, giştî û dibistanan tevahiya cureyên mayinan çandin. Di nava van de yên destan, lazerî, topên hewan û moşekên cureya M82 bi giraniya 450 kg. jî hebûn.

Tîma Rojava Ramko

Ji bo paqijkirina mayinan, Tîma Rojava Ramko ya bêbandorkirina mayinan ji destpêka rizgarkirina Reqqayê heta niha li herêmê xebatên xwe didomîne. Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) xebatên Tîma Rojava Ramko yên li maleke taybet a li taxa El Teyar a Reqqayê şopand. Heta niha tenê ji vê malê 150 mayin hatine rakirin. Têkildarî mijarê berpirsê Tîma Rojava Ramko Mistefa Salih axivî û got ku ev 3 salin hewl didin mayinên ku çeteyan li herêmê danîn, paqij bikin. Salih diyar kir ku armanca wan xelaskirina jiyana gel e.

Ji bo Dêrazorê amadekariyan dikin

Salih di berdewamê de jî wiha got: “Em heftane 3-4 caran dixebitin. Li nava bajêr û gundewarên wê zêdetirî 30 hezar mayin mane. Tîma me heta niha li gundewarên bakurê Reqqayê 30 zeviyên li El Kalte, El Xazlî û Hezîmeyê paqij kirin. Bi giştî li Reqqayê zêdetirî 15 hezar mayin hatin paqijkirin. Em niha jî tîmeke din amade dikin da ku li gundewarên Dêrazorê mayinan paqij bikin.” REQQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar