Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

‘Tirkiye bûye welatê cînayetan’

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Birdal diyar kir ku Tirkiye bûye welatê cînayetan û wiha got: “Sûcên li dijî mirovan hê jî li welat didomin. Pirsgirêka herî mezin polîtîkaya bêcezahiştinê ye.”

Baroya Îzmîrê, di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de li Eywana Konferansê ya Baroyê, bi mijara ‘Mafê Mirovan, Edalet û Aştî’ panelek saz kir. Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci û Wekîlî Serokê Meclisê yê HDP’ê Mîthat Sancar wek axaftvan tev li panelê bûn.

Destpêkê Şebnem Korûr Fîncanci axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan zêde bûne û ji bo ku mirov serlêdana îşkenceyê nekin lêpirsîn li wan tên vekirin û hejmara mirovên di girtîgehan de gihîştiye 286 hezaran.

Akin Bîrdal jî diyar kir ku Tirkiye bûye welatên cînayetan û wiha got: “Sûcên li dijî mirovan hê jî didomin. Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Darbeyên ku pêk hatin bi mirovan dan windakirin. Heke darbe bihatina ronîkirin dê îro Dayikên Şemiyê tunebûna. Wê komkujiyên Enqere û Pirsûsê pêk nehatina. Li Tirkiyeyê herkes li edalatê digere. Nîvê siyasetmedarên kurd girtî ne. Di bingeha gelek pirsgirêkan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Divê herkes zanibe ku heta bi kurdan re aştî pêk neyê dê edalet û aştî jî neyê.”

Dewlet mafan binpê dike

Her wiha Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên herî giran ji hêla dewletê ve tên kirin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye, piştgirî dide çeteyên ku li Efrînê mirovan didizin û talanê dikin. Di demeke nêz de dîsa li Til Rifatê 8 zarok hatin qetilkirin. Kesî jî negot me nekiriye. Berê encamên binpêkirinên mafên mirovan hebûn. Niha ev jî tune te.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar