Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Tirkiye dijminê kurdan e’

Nivîskar û çavdêrê siyasî Mesud Ebdulxaliq got ku dewleta tirk dijminê herî mezin ê gelê kurd e û bang li hemû kurdan kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk yekitiya xwe pêk bînin

Dagirkerî û êrîşên dewleta tirk yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Dewleta tirk bênavber leşker dişîne başûrê Kurdistanê û xaka başûr dagir dike.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Mesud Ebdulxaliq têkildarî êrîşên dewleta tirk ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Hinek pirsgirêkên taybet bi parçeyek ve girêdayîne û pirsgirêka din a mezin jî ya her çar parçeyên Kurdistanê ye.  Ispat bû ku dewleta tirk dijminê herî mezin ê gelê kurd e. Operasyonên dewleta tirk yên li ser her parçeyê Kurdistanê berdewam dikin. Dewleta tirk ji navê Kurdistanê jî aciz e, naxwaze navê Kurdistan û nexşeya Kurdistanê di cîhanê de bê dîtin. Ji bo vê pêwîst e kurd ne li benda wê bin dê bibe dostê kurdan. Pêwîst e li hemberî dijmin yekitiya xwe ava bikin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar