Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

TJK-E’yê dest bi kampanya nameyan kir

TJK-E'yê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi kampanya şandina nameyan a ji bo CPT kir. TJK-E'yê got, "Em ê jiyaneke bê Rêbertî tu carî qebûl nekin."

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye û hewl tê dayin ku bê îzolekirin. Zêdeyî 3 sal in bi kiryareke ku mînaka wê li cîhanê nehatiye dîtin, destûr jê re nayê dayin ku malbat û parêzerên xwe bibîne.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku xwedî erka çûyîna Girava Îmraliyê ye, ne tenê têkildarî kiryarên antî demokratîk ên li welatên Ewropayê her wiha têkildarî kiryarên li Tirkiyeyê jî bi erka xwe rabe û bike ku dawî li van kiryaran bê anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber nêzîkatiya xumamî ya CPT, girtîgehên li Tirkiyeyê veguherîne navendên îşkenceyê. Divê tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bîne, raporên rasteqîn bi raya giştî re parve bike û bike ku tifaqa AKP-MHP a faşîst ku berpirsyarê van pirsgirêkane bê darizandin. Divê dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî kiryarên antî demokratîk bîne ku ji ber têkiliyên dîplomatîk ên welatên Ewropayê bi vî rengî tevdigere û li aliyê têkoşîna mafên mirovan bisekine.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de em ê 19’ê nîsanê ji Ewropayê destpê bikin û bi rêya saziyên jinan nameyan ji CPT re bişînin. Bi rêya nameyên ku her roj ji bajarekî cuda bêne şandin, em ê daxwaza xwe bînin ziman ku mafên hiqûqî û qanûnî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne radestkirin, tecrîda mutleq bê rakirin û dawî li polîkîkaya îzolasyonê ya 25 salan bê anîn. Em ê erk û berpirsyariyên CPT li bîra wê bixin û bikin ku li aliyê mafên mirovan helwestê nîşan bide. Em careke din destnîşan dikin ku jiyaneke bê Rêbertî tu carî qebûl nakin û bang dikin ku di pêngava azadiyê de têkoşîn were mezinkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar