Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

TJK-E’yê ji bo 4’ê Nîsanê peyam da

Tevgera Jinê ya Kurd li Ewropayê (TJK-E) 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir

TJK-E’yê bi daxuyaniyekê rojbûna 73’yemîn a Abdullah Ocalan pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em 4’ê Nîsanê ku rojbûna civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ye, di serî de li Rêber Apo, li tevahiya mirovahiyê, gelê me û jinan pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku sala 74’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tecrîdeke giran a rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û dewletên rojavayî yên hevparê wan tê pêşwazîkirin û hate gotin: “Li dijî van polîtîkayên zext, derveyî mirovahiyê û tecrîda giran, berxwedaneke dîrokî û mezin tê meşandin. Li hemberî faşîzmê ti carî serî nehatiye tewandin, sekna azadiyê her tim ji bo mirovahiyê hatiye nîşandan.”

Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev tişt hat gotin: “Em jî weke jinên Kurd, weke jin, kedkar û gel soza xwe dubare dikin ku li gel Rêber Apo, têkoşîna xwe ya li dijî vê sîstemê bilind bikin. Li dijî êrişên qirkirinê, tevî Rêber Apo em ê her roja xwe di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê ye’ bi ruhê 4’ê Nîsanê bikin roja jinûve vejînê.Em 4’ê Nîsanê bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê pêşwazî dikin. Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên bi pêşengiya jinan tênekirin, wê têkoşîna me li tevahiya salê belav bike. Bi biryardariya parçekirina rejîma AKP-MHP’ê û siyaseta qirker a hêzên piştevanê wê, haya me jê heye ku divê em berpirsyariya xwe ya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ser bixînin. Berxwedêr wê faşîzmê têk bibin. Li ser vê bingehê em bang li jinên Kurdistanî û her kesî dikin ku 4’ê Nîsanê bi ruhê pêngava ‘Dema misogerkirina azadiya Rêber Apo, jinan û gelan’ pêşwazî bikin û bi bilindkirina têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê pîroz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar