Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Tosun: Hûn talanker, diz û rêbir in

Polîsan parlamentera HDP’ê Remziye Tosun, endamên Meclisa Şaredariya Sûrê û xebatkarên şaredariyê ku dixwestin li ber avahiya şaredariyê çalakî pêk bînin, derb kirin. Tosun jî bertek nîşan da û got; ‘Hûn talanker, diz û rêbir in.’

Polîsên dewleta tirk di serê sibehê de bi ser mala hevşaredara Şaredariya Sûr a Amedê Fîlîz Buluttekîn de girt. Di dema serdegirtinê de polîsan hevjîn û zarokê Buluttekîn ê 10 salî li erdê dirêj kirin û çek xistin serê wan. Di heman demê de polîsan çek xist serê hevşaredar Buluttekîn jî. Li hêla din polîsan avahiya şaredariyê bi wesayîtên zirxî û bariyeran dorpêç kir û li şaredariyê lêgerîn da destpêkirin.

Li ser vê yekê komeke ku ji parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, endamên Meclisa Şaredariya Sûrê û xebatkarên şaredariyê pêk dihat, li ber avahiya şaredariyê kom bûn. Lê polîsan ji bilî xebatkarên şaredariyê, nehişt ku tu kes bikeve avahiya şaredariyê. Li ser hewldana parlamenter Tosun û endamên meclisê, polîsan arîşe derxist. Di vê arîşeyê de polîsan Tosun û endamên meclisê derb kirin.

Piştre jî parlamenter Tosun axivî û bertek nîşanî dorpêçkirina şaredariyê û serdegirtina malan da. Tosun got ku serdegirtina şaredariyê, dizîna îradeya gel e û dê vê hewlê qebûl nekin. Tosun tayînkirina qeyûman weke qanûnê daristanê pênase kir û got; ‘Hûn talanker û rêbir in.’

Herî dawî jî polîsan koma çalakger ji qadê dûrxist. Hat zanîn ku lêgerîn û dorpêça li Sûrê didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar