Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Trump dest bi ‘şerê fezayê’ kir

Serokê DYA’yê Donald Trump ‘gef’a Çîn û Rûsyayê kir hincet û diyar kir ku wê di demeke kurt de “hêza fezayê” bê avakirin.

Trump dixwaze ji rewşeke ‘şerê fezayê’ re amade be, ya jî bi vê helwesta xwe ‘şerê fezayê’ dide destpêkirin.

Serokê DYA’yê ragihand, wê fermandariyeke leşkerî ya fezayê ava bikin. Wezîfeya vê fermandariyê wê ew be ku li vê qada nû ya şer serweriya DYA’yê li pêşberî Çîn û Rûsyayê misoger bike.

Trump li Washingtonê di merasîmekê de axivî û diyar kir ku mijara fezayê di navenda parastin û ewlekariya neteweyî ya Emerîkayê de ye.

Di çarçoveya hêza fezayê de destpêkê fermandariya “Spacecom” hate avakirin. Li gorî Trump “Spacecom” wê serweriya Emerîka ya li fezayê misoger bike ya jî nehêle ku ti carî gef lê bê xwarin. Serokê DYA’yê got, “Ji xwe rêbaza herî baş a astengkirina şer ew e ku mirov xwe ji serketinê re amade bikin.”

Trump diyar kir, peykên Emerîkayê ji bo operasyonên wan ên li qadên şer gelekî girîng in, lewma li dijî dijminên DYA yên êrîşî van peykan dikin têkoşînek tê meşandin.WASHINGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar