Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Trump: Em ê Tirkiyeyê şerpeze bikin

Serokê DYA’yê li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek parve kir û bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Trump got ku ger dewleta tirk êrîşî kurdan bike, ew ê di hêla aboriyê de wan şerpeze bikin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump têkildarî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê peyameke nû parve kir. Trump cara yekemîn di twîtên xwe de gefa zextê li dewleta tirk xwar û got; ‘Ger Tirkiye êrîşî kurdan bike, em ê di hêla aboriyê de wan şerpeze  bikin.’

Donald Trump li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek parve kir û bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li ser ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Twîta Trump a têkildarî mijarê wiha ye: “Di demeke ku em derbên giran li cihên milkî yên xelîfetiya DAIŞ’ê didin, me dest bi vekişîna ku diviyabû pir zû de pêk bihata, kir. Ger ku careke din xwe berhev bike, em ê li baregehên xwe yên nêz careke din êrîş bikin. Ger ku Tirkiye êrîşî kurdan bike, em ê di hêla aboriyê de wan şerpeze bikin. Em ê herêmeke ewle ku ji 20 mîlan pêk tê ava bikin. Di heman demê de em dixwazin kurd jî bi kirinên xwe Tirkiyeyê provoke nekin. Yên ku demdirêj dê ji têkbirina DAIŞ’ê sûdê wergirin, dijminên wan ên xwezayî Rûsya, Îran û Sûriye ne. Em jê dê sûdê jê wergirtin lê êdî dema vegera leşkerên me ye. Em ê şerên dawî bi dawî bikin.”

Gefên dewleta tirk

Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk ji bo êrîş û dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê li seranserî sînor sewqiyateke mezin a leşkerî dike. Ji serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan heta gelek rayedarên din ên dewleta tirk, rasterast gefên dagirkirinê dixwin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar