Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

Trump pêvajoyeke herî xerab nîşan da!

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan teqez kir ku ew di hevpeymana kirîna S-400 de bi israr in lê Trump jî da zanîn ku dê mijara cezayên li dijî Tirkiyê binirxîne û destnîşan kir ku têkiliya di navbera DYA û Tirkiyeyê de gihîştiye pêvajoyeke herî xerab

Duh Lûtkeya Koma 20`an li Oska ya Japonyayê pêk hat. Serokên dewletan di lûtkeyê de amade bûn. Lê belê bala civaka kurd û tirk li ser hevdîtinên di navbera Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan,  Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Pûtîn bûn. Bi taybetî jî li ser mijara balafirên DYA’yê yên F-35 û maşokên Rûsyayê yên S-400’î dê çi bihatana axaftin babeta meraqê bû.

Erdogan hem bi Trump û hem jî bi Pûtîn re hevdîtin kir. Trump ku ji nûçegihanên cîhanî re piştî hevdîtina wî bi Erdogan re, axivî û da zanîn axivî û wiha got: “Têkiliya di navbera DYA û Tirkiyeyê de gihîştiye pêvajoyeke herî xerab, ji ber ku Erdogan ji bo xwe xistina hembêza Rûsya, bi israr e û hemû cezayên Amerîkî ku tê payîn li ser Enqereyê werin ferizkirin, başguh dike. Ev ceza wê  bandoreke mezin li ser aboriya Tirkiyê ya ku bi esas di nava kirîzê de ye, bike.” Der barê pirsa ku wê ceza li dijî Tirkiyryê werin ferizkirin, Trump got: “Em vê mijarê dinirxînin lê ev rê du aliyên xwe hene.”

Reutersê li ser zimanê Trump diyar kir ku DYA`yê der barê berisvdayîna Enqereyê li ser hevpeymana S-400 a rûsî, di nava rewşeke tengav de ye û destnîşan kir ku cezayên muhtemil hat nîqaşkirin.

Ji aliyekî din ve jî Erdogan di hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Rûsya Pûtin re ya di Lûtkeya Koma 20`an li Oska ya Japonayê de, got tu pirsgirêk der barê hevpeyamana moşekên S-400 a Rûsya de tune ye.

Erdogan diyar kir ku hevpeymana dualî ya der barê çêkirina moşekên hevbeş û veguhistina teknîkan mijareke girîng e ji bo Enqareyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar