Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Trump piştî Morales Venezûela û Nîkaragûayê jî kir hedef

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku neçarbûna Serokdewletê Bolîvyayê ji bo îstîfakirinê nîşaneyeke ji bo ‘rejîmên nerewa’ ye

Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales piştî xwepêşandanên mûxalefeta rastgir bi zexta artêşê neçar ma ku îstîfa bike. Ev yek ji aliyê gelek dewletan ve weke ‘darbeyê’ hate pênasekirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku bi piştgiriya xwe ya ji bo dijberên Morales û plankirina darbeyê li gelek welatan tê sûcdarkirin, îdia kir ku îstîfaya Morales ‘hişyariyeke’ ji welatên din re.

Serokê DYA’yê Donald Trump daxuyaniyeke çapemeniyê weşand û xwest ku rejîmên ‘bi rengekî nerewa’ hatine ragihandin bala xwe bidin ser vê encamê û Trump Venezûela û Nîkaragûa kir hedef ku partiyên sosyalîst lê desthilatdar in.

Trump helwesta artêşa Bolîvyayê ku piştgiriya xwe ji Morales vekişand silav kir û wiha got:  “DYA gelê Bolîvyayê ji ber ku daxwaza azadiyê dike û artêşê jî ji ber ku hurmetê nîşanî sonda xwe ya ji bo parastina Destûra Bingehîn silav dike.”

Her wiha Trump gefan xwar û wiha got: “Bûyerên qewimîn (li Bolîvyayê) ji bo rejîmên nerewa yên li Venezûela û Nîkaragûayê ‘nîşaneyeke aşkera’ ye ku ‘demokrasî û îradeya gel’ wê tim bi ser bikeve.” WASHINGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar