Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

TUAY-DER’ê xwest ku heyeteke tenduristiyê biçe Îmraliyê

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) têkildarî rewşa dawîn a vîrusa koronayê ya li girtîgehan daxuyaniyeke niviskî da.

TUAY-DER’ê diyar kir ku li gelek girtîgehan şertên paqijiyê pêk nayên û ev agahî dan: “Qawîş bi awayeke rêk û pêk nayên dezenfektekirin. Amûrên paqijiyê kêm in. Saetên hewa girtinê bi sînor in û ava germ bi awayekî rêk û pêk nayê dayîn. Heta niha li Tirkiyeyê di 670 kesan de vîrûsa koronayê hatiye tespîtkirin û 9 kesan jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye. Em dixwazin ku wezareta tenduristiyê têkildarî rewşa girtîgehan daxuyaniyekê bide û diyar bike bê ka vîrûs li girtîgehan belav bûye yan na.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Weke ku tê zanîn birêz Abdullah Ocalan ev 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye û hevdîtinên bi telefonê çênabin. Em daxwaz dikin ku bi birêz Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê re jî hevdîtina bi telefonê pêk bê û heyeteke tenduristiyê ya serbixwe ku rêxistinên tenduristiyê jî di nav de hebin, biçe Îmraliyê. Girtî û hikûmxwarên siyasî ji sererastkirina înfazê ya nû sûdê nagirin. Em dixwazin ku di serî de girtiyên siyasî, hemû girtî bên berdan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar