Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Tuncel û Irmak dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak bi rêya parêzerên xwe peyamek şandin û diyar kirin ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê çileyê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Selma Irmak, bi nameyekê ragihandin ku ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.

Sebahat Tuncel û Selma Irmak bi rêya parêzerên xwe têkildarî mijarê agahî dan. Peyama Tuncel û Irmak li ber deriyê Girtîgeha Kandirayê ji hêla parêzerê wan Bulent Aşa ve hate xwendin.

Peyam wiha ye:

“Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevala me Leyla Guven daye destpêkirin, kete roja 68’an. Berxwedan bi tevlêbûna gelek girtiyên din û li hemû girtîgehan her ku diçe mezintir dibe. Daxwaza Leyla Guven, ne daxwazeke şexsî daxwazeke civakî ye. Daxwaza bi milyonan kurdan û bi milyonan kesên demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin e. Hevdîtina ku nîvsaet birayê birêz Ocalan li Îmraliyê pêk anî girîng e. Lê ev nayê wateya ku polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê bi dawî bûye. Ji bo ku polîtîkaya tecrîda girankirî û îzolekirinê bi dawî bibe, em jî ji 15’ê çileyê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.

Divê baş bê zanîn ku heta tecrîda girankirî bi dawî bibe, çalakiya me dê bi israr û bi biryardarî bidome.  Ji bo bicihanîna daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, em hemû hêzên demokrasiyê vedixwînin piştevaniyê û banga bilindkirina têkoşînê dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar